Civak

Sersaxî

Bi minasebeta koçkirina endame Politbiroya PDKS Kek Cemil Ibrahim David, PDK-Bakur Herêma Almanya nameyek sersaxiye pêşkêşî malbata wî  ü havalen wi dike, ev jî texta wê ye:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Malbata birêz ya xwedê jê razî kek cemil Ibrahim û havalen wi silavên xwedê li we bin.
Mixabin nûçeya koçbarbûna endame politbiroya PDKS   têkoşerê leheng xwedê jê razî kek Cemil Ibrahim Dawid gihîşte me û em gelek xembar kirin. Bi vê minasebeta han em xemgînî û serxweşiya xwe pêşkêşî we û tevahiya hevalan dikin û em hevparê xema we ne.

Xwedê jê razî, têkoşerekî jêhatî û nîştimanperwerekî dilsoz yê rêbaza Kurdayetî û xwedan hestên bilind yên netewî bû, lewre ji destdana xwedê jê razî wendakirinek gelek mezin e ji bo gelê Kurd, înşaelah cîhê ruhê wî bihuşt e.

PDK-Bakur Komita Herema Almanya
03.05.2012

Back to top button