Cîhan

Esad, ji bo leşkerên fîrarî efû derxist

 
Serokdewletê Suriyê Beşşar Esad, ji bo leşkerên ku ji artêşa Sûriyê fîrar kirine efûyek derxist.

Zagona ku bona leşkerên ji artêşa Sûriyê fîrar kiribûn bên efûkirin, ji aliyê Seokdewletê Suriyê Beşşar Esad ve hat pejirandin.
Gorî ajansa fermî SANAyê, leşkerên ku li nav welêt fîrar kirine 90, leşkerên derveyî welêt fîrar kirine jî 120 rojan de ger teslîm bibin, wê bêne efû kirin. 
Hat diyarkirin ku wê agahiya berfireh a derbarê leşkerên fîrarî de, di televizyona fermî a dewletê de eşkere bikin.  

Back to top button