Civak

Zimanê kurdî dibe dersa bijarte

Îro serokwezîr û serokê AKP-ê Tayib Erdogan di civîna gruba partiya xwe de axavtinek kir. Wek tê zanîn rojên sêşemba li Tirkiye partiyên ku grubên wan di parlementoyê de hebin civîna partiya xwe dikin û peyamên giring di van civînan de didin.

Serokwezîrê Tirkiye Erdogan di civîna partiya xwe ya îro de behsa perwerda zimanê kurdî kir. Erdogan  di vê derbarê de got: Eger hêjmara xwendevanan têrê bike, dê zimanê kurdî bibe dersa bijare.

Eve demeke perwerda zimanê kurdî di dibistana de cihê gotubêjê ye. Ji berî niha wezîrê perwerdê behsa vê pirsê kirîbû.
Lê îro bi ragihandina Erdogan ev yek hate zelal kirin. Herweha Erdogan da xuyakirin ku dive xelkê Tirkiye ji vê yekê netirse, ji bo vê jî di axavtina xwe de mînaka TRT 6 da û got: Ma me bi vekirina TRT6 çi winda kir?

Back to top button