Li Kurdistana Bakur rêxistinek nû hate ragihandin

Deqa Deklarasyonê Ji Raya Giştî Re
Jİ BO MAF, DAD û AZADİYÊ ÎNSIYATÎFA ÎSLAMÎ YA KURDISTANÊ
Bismillahîrrehmanîrrehîm
(Bi navê Xwedayê dilovan û mîhrîban)
ÎNÎSIYATÎF; rêxistineke sivîl e, di encamê kombûna kes û kesayetên xwedî hesasiyeta îslamî, li Bakurê Kurdistanê pêk hatiye.
Baweriya me, çawa ku li hemberî pirs û pirsgirêkên kesane û civakî me berbirsyar dike; herwiha li hemberî gelê Kurd ê ku di rewşeke pêpeskirî de ye û li hemberî Kurdistanê jî me berpirsyar dike.
Kurdistan, navê erdnîgarî û welatê gelê Kurd e ku ji beriya berê ve lê dijî û niştimanê wan e. Kurdistan di heman demê de welatê xelkên wek Ereb, Ermenî, Suryanî û dînên Filetî, Êzdiyatî û Yaresanîtiyê ye jî ku ji demeke dûr ve ye lê dijîn. Ev welat ji bo gelek nijad û dînan cihê pêkvejiyanê ye.
Ji nik her kesê ve cihê qebûlê ye ku Kurdistan welatekî pirdînî, pirzimanî û pirmezhebî ye. Tu kes nikare vê yekê înkar bike û nikare vî heq û hiqûwî binpê bike. Rastiyeke din jî ew e ku li gel vê pirgelî û pirdînîtiyê; xelkê sereke yê vî welatî Kurd û dînê sereke jî –li gel pirmezhebiya xwe- civaka Îslamê ye.
Xwe bi kîjan nijad, dîn, felsefe yan jî aîdiyetê ve bi nav dikin bila bikin, Kurd û Kurdistanî; ligel hemî pirrengî û hemahengiya xwe gelê Kurdistanê pêk tînin.
Li gorî Înîsiyatîfê, Kurdistan, bi van hemû cur û celeban welatek e.
Wekî gelê Kurd, zimanê wan jî li gel zaravayên Kirdmanckî/Zazakî û Kurmancî ku li bakurê Kurdistanê têne peyivîn jî; zimanê qedîm ê vî welatî pêk tînin.
Parçebûna cografîk a Kurdistanê ku cara pêşî wekî encama armancên emperyal ên Îranê û Osmaniyan –peymana Qesra Şîrîn 1639- dest pê kir û di pêvajoya Şerê Cîhanî yê 1ê de li gor daxwazên emperyal ên Ingilîz, Fransî û Rûsan di sala 1916 bi peymana Sykes-Pîcot û sala 1923ê bi peymana Lozanê domiya, netewe-dewletên modern ên Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyê peyda kirin û bi vê re parçebûna siyasî ya Kurdistanê jî derket holê. Ev pêla ku li dijî Kurdan çêbû, Kurd û Kurdistan weke gel û welatekî bêstatu gihand heta îro. Ev rewş bêyî îrade û daxwaza Kurdan pêk hatiye.
Kurdistan di bin dest û hegemonyaya siyasî û leşkerî ya dewletên ku xwedî îdiayeke ummetê ne; ango biratiya misilmanan diparêzin. Mafê serdestiya Kurdan ji aliyê van dewletan ve hatiye desteserkirin. Nasname û hebûna Kurdî hatiye înkarkirin û Kurdên ji bo nasname û hebûna xwe serî rakirine jî bi zilm û zordestiyê hatine perçiqandin.
Bi taybetî jî Komara Tirkiyeyê hêj ji avabûna xwe ve siyaseta zilm û înkara Kurd û Kurdistanê daniye pêşiya xwe. Rastiya desthilatiya Kurdistanê bi gel û neteweya xwe ve înkar dike û rêya nehesibandin û îmhaya Kurdan; bi awayê qirkirina beşerî û çandî dimeşîne. Herweha dest datîne ser çavkaniyên suriştî û dewlemendiyên bakurê Kurdistanê û bi vî awayî dixwaze gelê Kurdistanê di warê aborî û civakî de pêşve neçe.
Rejîma Komara Tirkiyeyê; ne tenê dest daniye ser nasnameya millî ya Kurdên ku piraniya wan dîndar têne zanîn; herweha dijminiya nasnameya Îslamî ya Kurdan jî kiriye. Medrese, tekke, dergâh û ocaxên bakurê Kurdistanê hatine girtin. Di sala 1925ê de li dijî serhildana Şêx Seîd, di 1927-30î de serhildana Agirî û di 1937-39an de li dijî serhildana Dersimê siyaseta qirkirin û tevkujiyê pêk aniye. Herweha cudahiyên komî yên kurdan ên wekî Elewî-Sunî, Kurmanc-Zaza bûne hedefa îstismara dewleta Tirk. Dewleta Tirk xwestiye ku bi vî awayî yekitiya neteweyî ya kurdan têk bibe.
Li Başûrê Kurdistanê (Desthilatiya Herêma Kurdistanê) ku piştî têkoşîna salên dûvdirêj û dayina bedelên giran, statuyeke siyasî ya hêjayî nirxandinê bidest ketiye. Ji bilî wê derê Kurdên ku li Sûriye, Îran û Tirkiyeyê dijîn hê jî nikarin mafên xwe yên rêvebirin û desthilatiyê bi kar bînin. Di nav rêveberî û desthilatiyên heyî de nikarin bi nasnameya xwe cih bigirin û maf û azadiyên xwe yên bingehîn bijîn. Loma, ji bo kurdan hem di nav dewletên heyî de, hem jî di meydana navneteweyî de pirsgirêka nasîn û qebûlkirinê hê jî wekî xwe ye û li benda çareseriyê ye.
Em, têkoşîna maf û edaletê ya gelê Kurdistanê ku digihê sedê salan, rewa dibînin. Herweha ji bo ku em jî di vê têkoşîna gelê xwe de bi awayekî çalak cih bigirin û vê berpirsyariya xwe bînin cih, me Ji bo Maf, Dad û Azadiyê ÎNÎSIYATÎFA ÎSLAMÎ YA KURDISTANÊ daye destpêkirin.
Têkoşîna ji bo maf û azadiyên bingehîn ên ku hemû dinya di qada rewa de li ser hemfikr e, ne tenê pirs û doza Kurdan e; ev pirs di heman demê de doza hemû ummeta Îslamê û civakên dinyayê ye jî.
ÎNÎSIYATÎF; Mafê Kurdan ê ku li Kurdistanê desthelatiya xwe pêk bînin diparêze. Lê belê zihniyeta tektîpkirina însanan, wekî ku di Komara Tirkiyeyê de heye, red dike. Lewra ev zihniyet, bi tunekirina rengên cuda yên civakê ji hêla dînî, zimanî û nasnameya nijadî ava dibe. Fikr û nêrîna înîsiyatîfê ya li ser rêveberiyê ew e ku; hemû dîn, mezheb, qewm û rengên cuda di bin temînat û parastina hiqûqa gerdûnî û îlahî de bin.
Herwiha di têkoşîna xwe de bidestxistina mafên hemî hêlên etnîk, dînî û civakî wekî mijareke esasî dibîne. Ew dixwaze û hewl dide ku; hemî mafên van hêlan di bin ewlehî û temînatê de bin.
Înîsiyatîf çawa ku Kurdistanê weke beşeke cografyaya Îslamê dibîne, herweha gelê kurd jî weke beşek ji gelên dinyayê dibîne.
Weke hemû miletên medenî yên cîhanê, em jî wek înîsiyatîf, bi şertê ku li ser esasê pêkvejiyana jidilî û dilxwazî be ehemmiyetê didin guftûgoyên li ser distûra hevpar. Bi şertê ku Kurd bi dilê xwe hilbijêrin em rewa dibînin ku Kurd mafê xwe yê xweserî, federasyon û serxwebûnê bi kar bînin. Em qebûl nakin ku ev mijar bibe mesela nîqaşê…
Di vê çarçoveyê de Înisiyatîf, bi şertê ku gelê Kurdistanê bi îradeya xwe ya azad bipejirîne, li ser bingeha îslamî û însanî, qebûl dike ku kurd bi gelên Rojhilata Navîn re li ser modele hevpar werin cem hev û organîzasyonên cuda neyên redkirin. Ji ber vê jî Înîsiyatîf destkeftiyên li Başûrê Kurdistanê girîng dibîne û di wê bîr û baweriyê de ye ku ev rewş ji bo Sûriye, Îran û Tirkiyeyê jî dikare weke model û mînak bête dîtin.
Înîsiyatîf, çawa ku pêxavê bi aştiya cîhanî, nirxên gerdûnî û destkeftiyên hevpar ên mirovahiyê dike, herwisa girîngiyê dide hevkariya bi gelên Rojhilata Navîn re jî. Hiqûqa biratiyê û arîkariyê diparêze. Piştgiriya mafxwaziya fitrî û însanî ya gelên hemû parçeyên Kurdistanê û hemû civakên Rojhilata Navîn dike.
Gelê Kurdistanê xwedî wî mafî ye ku li ser pêşeroja xwe biryarê bide. Herwiha mafê wî ye ku rêvebiriya xwe bi xwe bike. Ev hem pêdiviyeke hiqûqa îslamê hem jî ya navneteweyî ye.
Înîsiyatîf, wekî rê û rêbaza têkoşînê şiddetê tercîh nake, ligel vê mafên rewa û suriştî/îlahî bingeh digire.
Înîsiyatîf; li Kurdistanê xebatên îslamî û însanî destek dike.
Înîsiyatîf, ji bo gelê Kurd hemû mafên xwe bi dest xwe ve bîne, bêîtîatiya sivîl jî tê de, her awayê têkoşîna demokratîk rast dibîne û çalakiyên li ser vî esasî têne kirin meşrû didêre.
Înîsiyatîf, li Kurdistanê bi taybetî jî li bakurê Kurdistanê neyar an jî alîgirê çu tevger, rêxistin, cemaet, partiyên siyasî û koman nîne. Li ser prensîbên dadwerî û hevgirtinê ji bo tifaq û hevkariyê deriyê xwe nagire. Van hevkariyan diparêze.
Înîsiyatîf, rêkxistinên ji hev cuda yên li Kurdistanê weke dewlemendî dibîne û pêkanîna kongre û konferansên ji bo çareserkirin/gotûbêjkirina pirs û kêşeyên bakurê Kurdistanê û heta tevahiya Kurdistanê weke berpirsyariyekê dibîne û amade ye ku berpirsiyariya xwe ya di vî warî de bîne cih.
Înîsiyatîf, di nav pêvajoyê de heke pêdivî pê çêbe hemû rê û rêbazên siyasî rewa dibîne. Herweha wextê zeman û zemîn dest bide, bi kar jî tîne.
Înîsiyatîf, hemû xebat-bizavên xwe bi Kurdî û bi zimanên din dike.
Di gel silav û rêzên me…
Înîsiyatîfa AZADÎ
Endamên Desteya Rêveber
Adem ÖZCANER
Adnan FIRAT
Av. Harun YAŞAR
Av. Nurettin BOZKURT
Av. Sıdkı ZİLAN
Cengiz ŞEN
Dizdar AYTEK
Fatma TEKBAŞ
İbrahim SEDİYANİ
Mehmet GÖZÜ
Muhammet JİYAN
Muhittin BATMANLI
Murat BOZDEMİR
Murat KUTAT
Nayde BİNGÖL
Nesime BATMANLI
Sedat DOĞAN
Sevgi ÇELİK MORAY
Yakup ASLAN
Yavuz DELAL
…
…