Gelo Ocalan li Îmraliyê ye?
Îro, di rojeva gelek rojname û malperan de daxuyaniyên Serokê MHPê Devlet Bahçelî hene. Devlet Bahçelî, bi hin rojnamevana re tê ba hev û mijara di van rojên dawiyê de herî zêde di çapemeniyê de cih digire dinirxîne.
Bahçelî diyar dike ku, demeke dirêj e, ne ji Rêberê PKKê Abdullah Ocalan, ne jî ji parêzerên wî ti deng nayê. Heta Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrupayê jî ne di nav ti temasan de ye. Ev bêdengiya çima? Bahçelî dewam dike, Abdullah Ocalanê ku di her mijarê de fikr û ramanên xwe bi raya giştî re parve dikir, çima niha deng nade? Eceba haja Ocalan ji ti tiştî nabe? An jî Ocalan ne li girava Îmraliyê ye?
Tê zanîn, Abdullah Ocalan, nêzika 320 rojêye ku nikare bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinan bike. Her hefte parêzerên Ocalan serlêdidin ku biçine serdana wî, lê her tim ji rayedarên dewletê bersiv tê ku keştiyê xirabe ye.
Çend meha berê, birayê Ocalan, Mehmet Ocalan xwe gihande Îmraliyê lê ew carê jî hevdîtin pêk nat. Gerînendeyê Girtîgeha Îmraliyê, notekê bi Mehmet Ocalan re dişîne û diyar tê kirin ku Ocalan gotiye, pêvajo gellekî hessas e, ez naxwazim şaş bê me fehmkirin.