Talebanî rola Barzanî didize

Talebanî rola Barzanî didize
Talebanî ji aliyekî ve di pirsa Malikî de û ji aliyek din ve di meseleya PKKê de dixwaze hevrikiyê li hember Mesûd Barzanî bike. Piştî Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê ji bona çekdanan PKKê ket tevgerê, Talebanî jî ragehand ku ew dikare di pirsa PKKê de rol bilîze.
Talebanî serokomarê Îraqê nameya îmzayên 170 parlamenteran, ji bo wergirtina baweriyê ji Nurî Malikî, ji parlamentoya Îraqê re neşand û ew nameye ji bo serokatiya herêma Kurdistanê paşdevegerand. Li ser vê helwesta Talebanî, di civîna dawiyê a dijberên Malikî de ku, li Hewlêrê hatibû sazkirin, Barzanî rexne li helwesata Celal Talebanî girt.
Yên ku Celal Talebanî nas dikin, di wê baweriyê de ne ku helwesta Talebanî li hember PKKê ne cidî ye. Ev îmkan hertim li ber destê Talebanî hebûn, lê tu carî wî ew îmkan bikarneanîne ji ber ku Talebanî di çarçoveyê siyaseta Îranê de tevdigere.