Ofîsa serokkomar agahdariyên ne rast belav dike

Serokê lîsta El Êraqiyê Eyad Elawî di hevpeyvînek ya xwe li gel kanala televizyona Al Arabiyê ragihand ku ofisa serokkomar di derbarê hêjmara îmzeyên parlementeran de agahdariyên çewt dide.
Elawî da xuyakirin ku: Ev agahdariya hêjmarên parlementerîn ku dixwazin baweriyê ji Nurî Malikî bistînin têrê heye ku serokkomar daxwazê ji parlementoyê bike.
Lê Ofîsa serokkomar di derbarê hêjmara îmzeyên ku hatîn berhevkirin de ne rast dibêje. Ev agahdarî ne yên serokkomarin yên ofîsa serokkomare û şaş e.
Herweha Elawî di daxuyaniya xwe de got ku, ji bo rakirina Malikî rêyên din hene û hejmara îmzeyên hatîn berhevkirin jî temamin.
Di daxuyaniya xwe de Elawî got: Ne razçbûna me nej i bo kesayeta Malikiye. Ne razîbûna me ji bo binpêkirina Malikî ya destûra Iraqê ye. Ji bo standina baweriyê ji Nurî Malikî heta niha 167 îmze kom bûne û ev hêjmar dikarê zêde jî bibe
Herweha Elawî da xuyakirin ku, dê di civîna yekem a parlementoya Iraqê de prosesa hilweşandina serokwezîr Nurî Malikî destpê bike.