Polîtîk

Helwesta Talabanî çi bandorê li pêwendiyên PDK û YNK dike

Endamê rêvebiriya PDK, Piştîvan Sadiq, di derbarê helwesta serokomarê Iraqê Celal Talabanî(serokê YNK) ji bo redkirina wergirtina baweriyê ji Malikî, ji AKnewsê re got, ez bawer dikim serokomar dixaze di vê rewşa niha ya Iraqê de xwe bêalî nîşan bide, lê tê zanîn sedema vê aloziyê û binpêkirina destûrê jî serokwezîr e û serokomar jî parêzerê destûrê ye.

Sadiq, diyar kir, lîste û aliyên siyasî yên Iraqê ji wê yekê nîgeran in ku serokwezîr destûrê cî bi cî nake û hemû aliyên Iraqî jî gihîştine vê baweriyê ku Iraq bi vê şêwaza niha nayê rêvebirin û wiha axivî, “Lê em dixanin ku nameya stendina baweriyê ji serokwezîr dê ji aliyê serokomar ve bê îmzekirin.”

Sadiq, li bara karîgeriya vê yekê li ser rêkeftina navbera PDK û YNK de jî got, PDK û YNK du partiyên serekî yên Kurdistanê ne ku di warên siyasî, neteweyî, civakî û pirsên girîng de bi awayekî stratejîk rê ketine û tu guman li ser vê tune.

Endamê rêvebiriya YNK, Seidî Pîre jî, ji AKnewsê re got, redkirina standina baweriyê ji Malikî ji aliyê serokomar ve tu eleqeya wê bi rêkeftina stratejî ya PDK û YNK ve tune.

Pîre, diyar kir, stendina baweriyê ji Malikî girêdayî rêjeya pêwîst ya îmzeya parlamenteran e û heke ev yek pêk bê dê bawerî ji Malikî bê stendin, ji ber vê jî stendina baweriyê girêdayî rêkeftina PDK û YNK yan Barzanî û Talebanî ve tune.

Tê zanîn, serokomarê Iraqê, Celal Talebanî, 9 Hezîranê, bi awayekî fermî, ragihand, îmzeyên ku bo stendina baweriyê ji serokwezîrê Iraqê, Nûrî Malikî hatiye komkirin, 160 îmze ye û negihîştiye rêjeya pêwîst ku 163 ye, ji ber wê jî ev pêşniyar tê redkirin.

Back to top button