Ziman nasnama gelan e

Di vê gerdûnê de û li ser vê xaka pehin û dirêj, her zindiyekî xwedî zimanekî xwe yê cuda heye û ew ziman jî jêre tê gotin zimanê dayikê. Ji ber ku her dayikekî zarokên xwe bi rengekî azad aniye ser rûyê vê dunyayê. Ji lewra mirov jî mîna her zindiyekî ku li ser rûyê vê xakê û di vê cîhanê de jiyandike, wê zimanekî wî jî hebe. Wê gavê mirov dikare bibêje ku serdema derketin û pêşketina ziman bi serê xwe ji bona mirovahiyê mîna şoreşekî bêhempabû.

Ji ber ku bi rêya ziman mirov hîn bêtir ji hevdû agahdardibe û hîn bêtir bi rêya ziman pêzanînên xwe li ser gerdûn, cîhan, mirovatî û ji her tiştê ku li der dorê wî peydadibe û diqewime hayîldibe. Ji lewre dema ku mirov ji dayik dibe û çavê xwe li dunyayê beldike, ji dayika xwe fêrî ziman dibe û bi rêya dayika xwe roj bi roj hîn bêtir pêzanînên wî pêşdikevin û têgihiştina wî ya ziman pêşdediçe. Ji bona wê zimanê ku mirov di destpêkê de û dema ku çavê xwe li dunyayê peldike û pê dipeyîve, ji wî zimanî re dibêjin zimanê dayikê.

 Mirov bi rastî dikare bibêje ku zimanê dayikê pir şêrîne û ji zimanê dayikê şirîntir tiştek li ser rûyê vê dunyayê nîne. Lê dijmin û neyarên gelê Kurd bi rêya zilm, zordarî, şidet û qirkirina çandî, siyasî û civakî ya ku li ser gelê Kurd dane meşandin û heyanî roja meya îro jî didine meşandin, rênedane ku gelê Kurd jî mîna hemû gelê cîhanê bi zimanê xwe yê dayikê û bi rengekî azad bipeyive, bihizire, îfada xwe bike û binvîsîne. Ji ber ku ji her milî ve li ser gelê Kurd û civaka wî qirkirinekî bi giştî û ji her milî ve tê birêve meşandin heye û bi dirêjiya dîrokê ev siyaseta qirkirinê ji milê neyar û dagerkerên ku desthilatiya xwe li ser Kurdistanê didine meşandin û heyanî roja meya îro jî bi hemû lez û şideta xwe tê berdewamkirin.

Ji bona vê yekê di vê rêyê de û ji bona vê tekoşînê, bi hezarê rewşenbîr, nivîskar û rojnemevan hatin girtin û qetilkirin û gelek kovar û rojname jî hatin girtin. Ev siyaseta qirkirina çandî, siyasî û civakî bi rengekî rêk û pêk li her çar parçên Kurdistanê û bi rêya hêzên serdestî Kurdistanê birêve dihate meşandin û heyanî roja meya îro jî tê meşandin. Lê mirov dikare bibêje ku tekoşîna gelê Kurd li beramberî van hemû êrîş û qirkirinên ku dihatin jiyankirin û berxwedana ku gelê Kurdistanê dayî nîşandayîn bi xwere zimanê Kurdî zindî hişt û anî heyanî van rojê ku em têde jiyandikin. Ji ber ku gelek zimanê din jî mîna zimanê Kurdî rastî şidet û qirkirinê hatin, lê ji holê hatin rakirin. Lê zimanê Kurdî mîna zimanekî kevnar yê mezopotamiya û mîna celebek ji celebê zimanê Arî li beramberî qirkirinê hîn li ber xwe dide, ev berxwedana bêhempa ya ku tê meşandin bi xwe re gelek guhertin û veguhertinên mezin di civaka gelê Kurde da avakirin. Angu gotin li cîbe, mirov dikare bibêje ku ev yek bi serê xwe mîna şoreşekî bû û em bi vê şoreşê gihiştin van rojan.

Lê av nayê wê watê ku zimanê Kurdî di astekî pir başdeye, ji ber ku hîn gelek qadên zanistê li holê hene, lê zimanê Kurdî di wan qadan de nayê bikaranîn, ev ji milekî ve, ji milekî din ve mirov dikare bibêje asta xwendin, axeftin û nivîsandina bi zimanê Kurdî hîn lawaz e. Ji ber ku hîn bandora zimanê Tirkî, Farisî, Erebî li ser civaka gelê Kurd di astekî bilindeye û tekoşîna ku li beramberî qirkirina zimanê Kurdî herçiqasî ku di astekî pêşdebe jî; lê di serî de û ji bona qelskirina bandora van zimanê ku me destnîşandayî pêkwere û zimanê Kurdî di her qadê bi bandor bibe û pêşbikeve, pêwîst e ku her malek bibe dibistanek û her mirovê ji dayik, çand, dîrok, welat û azadiyê hesbike, bi zimanê xwe bipeyî ve, bixwî ne û binvîsî ne û xwe ji bin bandora qirkirina ku li ser civak, çand û zimaê me tê meşandin rizgarbike.

 Ji ber ku herçiqasî asta berxwedan û tekoşîna li beramberî civaka gelê Kurd bi hêz be, bi qasî wê hîn bêtir zimanê Kurdî pêşbike ve û wê xwe ji pêla qirkirin û wendabûnê rizgarbike. Ji lewra pêwîst e ku em li benda dijmin nemînin heyanî ku dibistanan ji me re veke, an jî bi qenalê telfizyonên mîna TRT 6 ên ku têde şev û roj dîrok, çand û rastiya civaka me berovajî dike. Ji ber ku dijminê gelê Kurd li her derî bi hewildanê xwe yê qirêj dixwazin ziman, çand û dîroka gelê Kurd bihelînin û ji holê rakin, ji bona vê yekê çi ji destê wan tê dikin û heyanî îro bi sedê mirovan hatine girtin, ji bo ku bi zimanê Kurdî peyîvî ne, an jî bi Kurdî nivîsandin e û bi Kurdî stran gotin e.

Angu  mirov dikare bibêje pêwîst e em di serî de li beramberî van hemû êrîşên ku li beramberî gelê me têne meşandin li berxwe bidin û her mirovekî ku ji xwere dibêje ez Kurdim, pêwîst e ku li cewherê Kurdîtiya xwe bizivir e, bi zimanê xwe bipeyîv e û li zimanê xwe xwedî derkeve. Ji ber ku “ziman nasname û rometa gelan e.” û mirovê bê ziman, mîna dara pê pelçem û teyrê bê bask e. Li beramberî vê yekê, erk û xebata ku dikeve ser milê ciwanê Kurd, ew e ku di her qadên jiyanê de û di serî de li beramberî hemû êrîşên çandî, siyasî û civakî yên ku li beramberî gelê Kurd têne meşandin hişyarbin û mîna hemû xebatên heyî cihê xwe di pêşengtiya tekoşînê de bigr e.

Di serî de xebatên ramyarî, siyasî û xebatên girêdayî pêşxistina zimanê Kurdî û serhildanên gelerî ji bona avakirina civakeke xweser û demuqrat. Ji ber ku dijminê ku li beramberî me tekoşînê dide meşandin ji bilî zimanê şer û şidetê tiştekî din tênagihêje. Li pêşya me jî tenê rêya azadiyê ew e ku em li ber xwe bidin û xwe di her warê jiyanî de bi tevger û rêxistin bikin, ev yek jî anceq bi rêya xwe gihandina avakirina civakeke xweser û azad pêkwere. Ji ber vê yekê em dikarin bibêjin ku em di vê demê de ji hemû deman hîn bêtir nêzî vê yekê ne. Lê ji bona gihiştin û pêkanîna vî armencî, di serî de pêwîst e ku ciwanê Kurd xwe ji bona rojên giran û dijwar amedebikin û di her warî de rêxistin û hevgirtina xwe saxlembikin. Ji ber ku ciwan pêşeroja gelane û gelê ku ciwanê wî bi tevger û rêxistinkirîbin û di her warê jiyanê de xwedî fikir, reman û zanebûn bin, tu tişt nikare li pêşiya azadiya wî gelî bibe asteng.

Di encamê de mirov dikare bibêje ku hêza ciwanên kurd roj bi roj birengekî ber bi çav derdikeve holê û li her deverî xwe bi bandora dike, ji qadên siyasî bigre û heyanî qadên tevgerî û xwepêşandanên ku li hemberî recîma serdest têne meşandin. Lê di vê demê de ya herî giring ew ku  ciwanên Kurd xwe di her qadî de bi tevger bikin û hebûna xwe bi rengekî hîn baştir biparêzin û li hemû qadên tekoşîn û xebatê pêşengiya civakê bikin.

Ji ber ku erk û xebatên ku dikevin li ser milê ciwanan ji hemû beşên civakê girantir e û pêşeroja civakê bi destê ciwanan tê xuyakirin û ew wê pêşerojê bi destê xwe xêzdikin. Gelê Kurd jî di dirêjiya dîroka xwe de bi hezarê şehîdan di vî warî de daye û hîn jî dike. Ala şehîdan jî îro di destê ciwanan de ye. Ji ber vê yekê geleke her ciwanekî Kurd bi vê berbirsyariyê bihese û xwe li gorî vê yekê ji bona rojên şer, ceng û tekoşînê hazir û amedebike.
 

Hamid Dêrik

Nerîna min :