Polîtîk

Komiteyek ji bo pişgiriya Rojava

Li Bakûrê Kurdistanê Komîteya pişgirî ya Başûrê Rojavayê Kurdistanê hate avakirin. Komiteya ku hatî avakirin bi daxuyaniyekî armanc û prensîbên xwe yên xebatê ji bo raya giştî ragihandin.

 

Ev jî daxûyaniya Komîteyê ye:

Ji bo çapemenî û raya giştî!

Piştî Şerê Giştî yê Yekemîn, wekî parçeyên din ên Kurdistanê, başûrê rojavayê Kurdistanê jî di çarçoveya projeya Rojhelata navîn a hêzên serwer de, ji dewleta Sûriyê ya dagirker a nûçêkirî re hate hiştin. Di vê parçeyê de nifusa milletê kurd nêzîkê çar mîlyona ye û di bin hovîtiyeke giran de jîyana xwe dom dikin, hemû mafê wan ên neteweyî-demokratîk hatine xespkirin, beşekî wan ê girîng bê nasname(hewîyet) hatine hiştin, di welatê xwe de bûne mektûm û wek “ecnebî” têne binavkirin.

Qirîza Sûriyê, di eslê xwe de xeleqeyeke bingehîn a zincîra statûya mewcud a Rojhelata Navîn e û dişibe destpêka salên 1990î yê welatên Balkanan. Bi tevî ku destnîşankerê sereke yên vê pêvajoyê hêzên navnetewî ne, digel wê hemû dewletên serwer ên herêmî jî bi awayekî di nav vê pêvajoyê de ne û terefdar in. Ji ber vê yekê ji nû ve çêkirin û nexşeya sîyasî û dahatûya Sûriyê, dê bibe prototîpa nexşaya dahatûya hemû Rojhelata Navîn jî. Derbarê vê mijarê de li ser bingehek dînî û etnîkî(qewmî), ji xudmuxtarî û federalî bigre hetanî damezrandina dewletên cûda yên serbixwe, pîlanên cûr bi cûr di rojevê de hene. Ev rûdanan heman demî di başûrê rojavayê Kurdistanê de zemîna bidestxistina mafên netewî-demokratîk jî peyda kirine. Di halekî wisa de, pêkanîna îradeyeke sîyasî ya hevpar, pêşxistina fikra sîyaseta netewî, damezirandina dewleteke serbixwe jî di nav de, rêxistinkirina saziyên netewî- civakî, mesûliyetîyeke dîrokî ye.

Li Sûriyê, bi tevî pêvajoya ku bi navê “Bihara Erebî” tête binavkirin, li hemberê serwerîya rejîma Baas a mêtinker û dagirker serhildana gelêrî ya sivîl jî dest pêkirîye. Digel vê serhildanê kurdên li başûrê Rojavayê Kurdistanê jî, ji bo bidestxistina mafên xwe yên neteweyî-demokratîk, dijraberê dîktatorîya rejîma Baasê dest bi rêxistinkirina xwepêşandanên aştîyane û demokratîk kirin.

Lêbelê ev pêvajoya ku bi awayekî demokratîk û aşitîyane dest pêkir, hem li tevayîya Sûriyê û hem jî li başûrê rojavayê Kurdistanê gehiştîye qonaxeke trajîk a mirovayetîyê. Sebebê bingehîn ê vê yekê; polîtîkayên zordestî û dîktatorî yên rejîma Baas e.    

Dijraberê polîtîkayên rejîma Baas, ancax têkoşîn û sîyaseteke demokratîk û pirrengî ya li ser esasên hiquqa navneteweyî dikare biserkeve. Û herweha têkoşîneka wisa, dikare ji aliyê takekes û sazîyên navnetewî ve meşrû bête qebûlkirin û ji wan re piştgirîya bête dayin. Em bi vê yekê bawer dikin ku ancax kurdên li başûrê rojavayê Kurdistanê jî dikarin bi sîyaset û sazîyên wisa jîyana xwe biparêzin, mafê xwe yên neteweyî bidest bixin û herweha pêşî li nijadkûjî, birçîbûn û sefaletê jî bigrin.

Li başûrê rojavayê Kurdistanê, rêxistin û partî û encûmenên(Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) û Encûmena Gel) ku li ser navê temsîla îradeya milletê kurd çêbûne, di encama danûstendin û gotebêjên dûr û dirêj de ji bo tevayîya Sûriyê sîstema federalî û ji bo Kurdistanê jî rêvebirîya federe hatiye pejirandin. Ev biryara hanê ya ku bi awayeke demokratîk û piralî hatiye qebûlkirin, em jî piştgirîya wê dikin. Wekî aliyê kurd; em dixwazin millet û dewletên din jî, ji vê îradeya hanê re hûrmetkar bin; ev yek pêdivîya rêzgirtina ji bo maf-azadîyên mirovan û demokratbûnê ye. 

Lêbelê em vê yekê jî dibînin ku li başûrê rojavayê Kurdistanê rewşa sîyaseta neteweyî û sazîyên neteweyî-civakî di halekî xeternak de ye. Ya pêşîn ev e, ku bi piştgirîya Hikumeta Başûrê Kurdistanê Peymana Hewlêrê hate îmzekirin û li gor vê peymanê jî Desteya Bilind a Kurd hate çêkirin; ji roja çêbûnê vir ve, hinek aliyên sîyasî bi nêrîneke hegemonîk û egosentrîst  Desteya Bilind a Kurd  bêwate û bêtesîr kirin, di nav xwe û dervayê xwe de li hemberê hemû şexis û sazîyên muhalîf, terorekî ji yê Baasê dijwartir bikaranîn. Di rewşa heyî de, gelê başûrê rojavayê Kurdistanê tenê ne mexdurê zordestîya rejîmê ye, digel zilm û zordestîya muhalefeta şovennijadperest îro li başûrê rojavayê Kurdistanê digel meseleyên wekî koçberî, tunebûn, bêavî, birçîtî, nexweşî, bêdermanî, bêkarî, gendelî, perwerdeyî, ewlekarî, zordestîyê; êrîşên rejîm û hevalbendên wê,  înkarkirina muhalefeta şoven-nijadperest a Sûriyê; problemên navxweyî yên hêzên sîyasî yên kurd dikare bibe sebebê şerekî navxweyî yê kurdan jî.

Ji ber van sedemên li jorê hatine dîyarkirin, mirov mecbur dimînin ku war û welatê xwe terk bikin û bibin koçberên welatên din. Dîyare ku rejîma Baas, polîtîka bêxakhiştina kurdan, bi tîfaqên qirêj û biryarên polîtîk ên cûrbicûr tetbîq dike. Mîsal; ciwanên kurd ên hijdeh salî û jê berjortir, têne mecburkirin ku tevlî hêzên militarîst bibin yan jî birevin û welatê xwe terk bikin.

Bi dîtina me, teşhîrkirin û helwest me ya li hemberê hovîtiya li tevayê Sûriyê û başûrê rojavayê Kurdistanê wezîfeyê her mirovekî mirovhes e. Kurdên ji “sêvîyên Rojhelata Navîn”, li başûrê rojavayê Kurdistanê ji hemû navgîn û keresteyên berdewamkirina jîyanê mehrum in, çûyina hewara wan û piştgirî kirina wan ji bo me hemûyan wezîfeyek însanî ye.

Ji bo vê armancê, me şexsiyet û takekesên serbixwe yên bakurê Kurdistanê, “Komîteya Piştgirîya
Başûrê Rojavayê Kurdistanê” damezrandîye.

Komîteya me:

• Wisa bawer dike ku alîyê sîyasî, netewî, civakî û însanî yê pirsgirêkên başûrê rojavayê Kurdistanê tehlihev in. Em dixwazin gelê me yê li vê parçê di rewşekî demokratîk, pirdengî û şefaf de bi xwe biryara mafê xwe yê “self-determînasyonê” bidin. Em bi xwe li hemberê biryareke wisa rêzdar in û dixwazin herkes jî rêzdar be.

• Ji bo başkirina rewşa sîyasî, aborî, însanî ya kurdên başûrê rojavayê Kurdistanê û eqliyatên din wê çalakiyan bike, ji bo vê yekê jî wê navgîn û rêbazên demokratîk û meşrû bikarbîne, bi hêzên navnetewî û dîplomatîk re têkilîyan pêk bîne.

• Wê bixebite ku ji bo kesên muhtac her cûre malzemeyê alîkariyê bide hev.

• Wê bi rewşa kesên penaber re elaqeder be; ji bo çareserkirina mesela wan a xwarin, tendûristî, bicîbûn û ewlekarîyê qasê karîna xwe ji wan re bibe alîkar.

• Wê êrîşên li ser şexsîyet û sazîyên demokratîk ên başûrê rojavayê Kurdistanê û tevayê Sûriyê teşhîr bike û ji bo vê yekê jî bala raya giştî bikşîne. 

• Wê li başûrê rojavayê Kurdistanê bi hemû sazîyên sîyasî, rêxistinên sivîl û bi şexisên serbixwe re di çarçoveya hiquqa gerdûnî de, li ser bingeha maf û azadîyên însanî û meşrûtiyetê têkilî pêk bîne.

• Wê piştgirî bide xebata civakî, sîyasî û dîplomatîk ên sazîyên netewî yên başûrê rojavayê Kurdistanê. Heman demî wê hewl bide ku bi rêxistinên vî rengî yên navnetewî û welatên din re jî di nav kordînasyonê de bixebite.

Awayê karkirina Komîteyê: Komîte ne mekanîzmayeke brokratîk e, navgîneke xizmeta pratîk e
û ji şaxsiyetên pêdivî pêk hatîye; biryarên xwe bi dengdana piraniyê digre; mesrefên xwe bi xwe temîn dike; ku îhtiyac hebe di nav çarçova xebata vê komîteyê de komîteyên nû ava dike; her kesê ku bi awayekî aktîf piştgirîya xebatên Komîteyê bike, wek endamê damezrêner ê Komîteyê tête qebûlkirin.  31. 08. 2013

Komîteya Piştgirîya Başûrê Rojavayê Kurdistanê

 

Back to top button