Nivîsar

Zelaliyek !

Peyva “güzel”a ku Tirk wek delal û xweşik bi kar tînin, di çu devok û zaravayê Zimanê Tirkî de tune. Tenê di tirkiya Tirkiyê de heye.

Zeynelabidîn Zinar

Zelaliyek li ser

GOZELa Kurdî û GÜZELa Tirkî

Peyveke qaşo bi tirkî heye dibêjin GÜZEL, ango delal.

Gelek Kurdên me yên Bakûr jî hene ku navê kewê me yê “Kewê Gozel” jî dikin male tirkiyê.

Li ser pirsa nivîskar û helbestvanê me Kadir Çelik ê ji Anatoliyayê, min pêdivî dît ku zelaliyek li ser vê peyvê pêşkêşê Raya Giştî bikim.

Pêşî dixwazim vê bibêjim ku ev peyva “güzel”a ku Tirk wek delal û xweşik bi kar tînin, di çu devok û zaravayê Zimanê Tirkî de tune. Tenê di tirkiya Tirkiyê de heye.

Jixwe diyar e ku Tirkiya Tirkiyê jî, devoka Stenbolê ye û pêştî 1925an wek ziman derketiye û rêzimana wê jî Kurdekî çêkiriye.

Di Zimanê Tirkî de peyva “güzel”ê, tenê ji bo delaliyê tê bikaranîn.

De îcar ka em binerên GOZ û GOZELa kurdî di çi peyv û hevokan de tê bikaranîn, hinge wê zelal bibe ka ew peyv bi nijada xwe kurdî ye yan tirkî ye.

1) KEWÊ GOZEL: Jê re Kewê Ribatt jî tê gotin. Ev kew û Dara Mazî nîşana axa Kurdistanê ne.

2) GOZika Pembû: Ew topika wek mezinahiya gûzê ku pembû di navê de çêdibe.

3) GOZ: Cerê avê: “Goz nû ye, av tezî ye”- GP.

4) GOZ: Çaviyeke dolabê.

5) GOZ: Çaviyek ji xanî: Xaniyê min çar goz û eywanek e.

6) GOZirvan: Cûreyek giya ye ku jê re “gezgezok” jî tê gotin.

7) GOZer: Sûka sergirtî.

? GOZ/gûz: Fêkiyek e ku di nava qalik de çêdibe û di forma mejiyê microvan de ye.

9) GOZÊ: Navê jina Kurd e: Strana Emê Gozê navdar e.

10) GOZerdel: Navê gundekî Xerzana Jêjîn e.

11) GUZaf/m: Peyivandin, axaftin.

12) GÛZan/mê. Cûzan, kêra tûj ku meriv pê teraş dibe.

13) GÛZebest: Xwarineke kurdî ya kevnar e ku ji hingiv û gûzan çêdibe.

14) GÛZek: Di qevdetika nig û dest de hestiyên girover.

15) GOZele: Bilûra ku ji qamîş çêbûye.

16) GÛZik: Cûreyek kulî.

17) GÛZvank: Tilîdank, tilînank, tilîk, kovik, guşpan, kiştevank, tibildank, huskîf. Dikeve serê tiliyekê û pê dirûna bi destan çêdibe.

18) GIZêr: Gêzer, giyayek e binê wê zerê oranjî ye û dirêj û qalin dibe, jo bo çavan pir rind e bi piranî xwarina kîvroşkan e.

19) GOZELO: Bûye nav ji bo gayên Kurdan.

Ez bawer dikim ku ev 19 xal êdî wê bes bin û kes hew dê bêje GOZa kurdî ji “güzel”a tirkî hatiye.

Bi hêviya lêkolîneke baştir, her şad û bextewer bin…

01/ 12/ 2022.

Back to top button