Li Tirkiyeyê bi çi naverokê mekezagon dibe peymaneke civakî û demokrat?

Makezagonê, wek peymanekê û peymaneke civakî terîf dikin. Dema ku makezagon bû peymaneke civakî, deokrat dibe, mafê hemû kesan û gurûban û neteweyan diparêze, wek hevî û dadê ava dike.

Îbrahîm GUÇLU

Li Tirkiyeyê bi dehan salan e ku li ser makezagoneke nû û gûhertina makezagonê gengeşî  hene. Lê heta nûha pirsgirêke makezagonê nehat çareser kirin.  Helwesta partiyên siyasî yên dewletê-sîstemê diyar dike ku çareseriya vê pirsgirêkê di demeke nêzik de jî mimkun nabe. Lê divê em kurd makezagon ji bona ku me kurdan û neteweya kurd gelek girîng e û bi qedera me re girêdayî ye, divê em jî di gengeşiya makezagonê de bibin teref û ji bona ku makezagoneke nû, pêşniyarên xwe bi qerardarî pêşkêş bikin.

Wek tê zanîn hilbijartina serokkomarî û hilbijartina giştî ya parlamenteran dê di sala 2023an de di meha Hezîranê de bê li darxistin. Partiyên siyasî yên dewlet-sîstemê ji bona hilbijartinê dest bi qempenyayê kirine.

Partiyên siyasî yên dewletê-sîstemê dema ku hilbijartin qezenç bikin dê ji bona gel çi pêk bînin, wek  pêşniyarên xwe pêşkêş dikin.

Pêşniyara wan ya esasî di derbarê makezagonê de ye. Hemû partî û tîfaq pêşniyar dikin ku dema hilbijartin qezenç bikin, dê makezagoneke nû çê bikin.

Partiyên siyasî yên dewletê-sîstemê di hilbijartinên bihûrî de jî di derbarê makezagoneke nû de soz dan gelan, mixabin nikarîn vê daxwazê cî bi cî bikin. Dema ku ez rewşa siyasî ya Tirkiyeyê û hişmendiya partiyên dewletê-sîstemê di derbarê dewlet û sîstem makezagonê de ji çav derbas diklim, ez dibînim ku  di paşerojan de jî pêkanîna wan ya makezagoneke nû zehmet xûya dike. An jî heger makezagonekê jî çê bikin, ew makezagon nabe makezogeneke civakî bes dibe makezagoneke elîtîk û ne demokratr û kevnare.

MHP, beriya vê demekê reşnivîsa xwe ya Makezagonê pêşkêşî raya giştî kir. Koalîsyona 6 Qolî jî reşnivîsa xwe ya Makezagonê çend roj berê pêşkêşî raya giştî kir. Partiya Ak jî beriya vê demekê diyar kir ku li ser makezagonekê xebat dikin, dê demeke nêzik de an jî beriya hilbijartinê pêşkêşî raya giştî bikin. Berê jî Partiya AK rêşnivîsa makezagonê amade kiribû.

Lê dema bi giştî nêrînên partî û tîfaqan ez didim ber çav û analîz dikim, ez tespît dikim ku di mijara makezagonê de ji hevûdu gelek dûr in û zehmet e ku makezagoneke hevbeş bikarin amade bikin.

Dema mentalîteya partiyên dewletê-sîstemê ez analiz dikim û ceraibandina siyasî ya sed salî jî diyar kiriye ku partiyên dewletê-sîstemê di çarçowa makezagon û mentalîte ya rejîma yek netew, yek partî, yek serok, yek îdeolojî de, ji bona makezagonê di esasî de tevdigerin, bes di teferetûayê de cûda tevdigerin. Ew jî nabe makezagoneke civakî û demokrat.

Serkaniya makezagonên piştî Darbeyên Leşkerî (27ê Gulana 1960 û 12ê Îlona 1980)  hatibû çêkirin jî, Makezagona dema Atatirk bû û otorîterîzm û elîtîk bûn. Di vê qonaxê de jî makezagoneke pirr cûda nayê xwestin.

Lê mijara makezagonê di rojevê de ye. Divê ku em kurd jî pêşniyarên xwe û nêrînên xwe yên di derbarê makezagonê de diyar bikin.

HER MAKEZAGONEK NABE PEYMANA CIVAKÎ Û DEMOKRAT…

Bi giştî siyasetvan û hiqûqzane û alîmên siyasî di derbarê makezagonê de xwedıyê terîfekê ne. Makezagonê, wek peymanekê û peymaneke civakî terîf dikin. Dema ku makezagon bû peymaneke civakî, deokrat dibe, mafê hemû kesan û gurûban û neteweyan diparêze, wek hevî û dadê ava dike.

Makezagonê wek peymanên civakî ava dibin, sosyoliya welatan-dewletan, hebûna neteweyên cûda, ol û mezhebên heyî, fikrên cûda didin berçav. Ew terefan bi hev re di nav sîstem û metodolijiyekê de peymaneke çê dikin. Ev peyman dive makezagon.

Ew terefan dema notr  tevbigerin, dema makezagonê wek peymaneke civakî çê bikin, ew dizanin ku ew peymana dewletekê ava dike û an jî gorî qerektera dewletê ava dibe. Ew dewleta jî nabe bes dewleteke neteweyekî, çînekê, gubeke îdeolojîk.  Dibe dewleta hemû neteweyan. Dibe dewleteke mişterek ya federal. Ew makezagon rejîmeke demokratîk ava dike.

 Lê hezar mixabin her makezagonek nabe peymaneke civakî. Dibe peymana dewleteke otorîter û yek netewekê. Dibe  peymana rejîma faşîst û dîktatorî.

Dewleta Tirk jî dema ava bû, ji bona bûrokrasiya sivîl û leşkerî ava bû. Hebûna neteweya kurd û neteweyên din înkar kir. Ew ji derveyî dewletê hiştin. Îdeolojiyeke fermî ya dewletê Kemalîzm ecibandin. Rejîmeke ortorîter ya yek serokî û partiyê û îdeolojiyê ava kirin. Biryar dan ku kurdan jî bikin Tirk.

Loma jî dema ku makezagon çêkirin, ji bona ev dewleta elîtîk û rejjîma faşiîst çê kirin. Mafên neteweyî yên neteweya kurd xesip kirin. Makezagonê rê da ku Kurdistan dagir bibe û îlxak bibe.

Ji wê rojê heta îro jî makezagon li Tirkiyeyê nabû, makezagoneke civakî. Di çêkjirina makezagonê de îradeya neteweya kurd û heta îradeya  Tirkan jî girîng nebû. Loma jî di çêkirina makezagonê de jî nebûn teref. Li ser navê wan, grûbeke dijminî wan û biyanî makezagon çêkir.

LI TIRKIYEYÊ KÎNGÊ Û ÇEWA MAKEZAON DİBE PEYMANEKE CIVAKÎ?

Li Tirkiyeyê dema ku paradigmaya yeknetew bê guhertin, bê pejirandin ku neteweya Kurd û gurubên din yên neteweyî hene; dema ku hat pejirandin ku dewlet dê bibe dewleta hemû neteweyan, dewleta neteweya Kurd û Tirk û neteweyên din; dema ji bona dewleteke federal hişmendî çêbû; temsîlkar û berpirsên kurdan di çêkirina makezagonê de bûn teref; mafê kurdan jî wek mafê Tirkan hat erê kirin; hebûna kurdan hiqûqî statû qezenç kir; zimanê kurdî, bû zimanê fermî û perwerdeyî; hemû hêjayiyên neteweyî yên kurdan hatin qebûl kirin; wê demê makezagona çê bibe, dê bibe makezagoneke civakî û demokrat. Ew makezagona wekhevî û dadê ava dike. Kurd û hemû neteweyên li Tirkiyeyê di çêkirina makezagonê de bûn teref û xwediyê îradeyeke aktîf, wê demê makezagon dibe peymaneke civcakî.

Makezagon, wek navê wê jî diyar dike, serkanî û dayika hemû qanûna ye. Loma jî qanûnê cûrbecûr û disîplînê cûda yên qanûûnî girêdayî wê çê dibin. Wê demê nîjadperestî û dijiminitiya neteweya kurd û yên din ji, ji holê radibe. Qanûnê nû jî gora wê tên amade kirin.

Diyarbekîr, 02. 11. 2022

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: