Polîtîk

Zehra: Îran welatekê pir netewe ye

Hevjîna Mîr Hisên Musewî, Zehra Rehnewerd da xuyakirin, Îran welatekê pirnetewe ye û ji gelek qewm, netew û zimanên cur bi cur pêk hatiye .
Zehra Rehnewerd di peyamekê de ku bo parastina girtiyên siyasî di malpera Kelîme de balav kiriye, bal kişandiye ser vê yekê ku neteweyên li îranê dijîn daxwaza otonomiyê dikin, ne ku cudabûnê û got: “Ew neteweyên bindest  tenê serbilindiya xwe û neteweya xwe difikirin .”

Xanima Rehnewerd her wiha ew pirneteweyiya Îranê bi faktoreke baş û bihêz ji bo Îranê da zanîn û ew yek wek derfeteke guncaw jı bo pêşketina welat binav kir .

Tê zanîn ev cara yekemîn e di nav Tevgera Kesik de yek ji rêber û kesayetiyên diyar yên wê tevgerê qala pirnetewiya Îranê dike û piştevanîyê li mafê wan wek neteweyên bêpar ji mafê xwezayî û miroyî, dike.

 

 

(Warvîn)

Back to top button