Kultur

Festîlvala cil û bergên kurdî

 Duhok – Rêvebera Amadeya Gulan ya keçan eşkera kir ku, amadebûna wan ya yekem ji bo festîvalê destpêkir. Festîvala wan bi xwepêşandan û nîşandana cil û bergên kurdî destpêkir.

Di derbarê çelakiyên festîvalê de, Hena Sedun diyar kir ku;  di warê şanogeriyê de hinek çelakî çêbûn . Herweha pêhtirê 35 cureyên xwarnên kelepurî  û kurdewarî di festîvalê de hatine nîşasndan. Ev xwarin hemû ji aliyên xwendevanan ve hatibû amadekirin.

 Rêvebera Amadeya Gulan ya keçan daxuyaniyek da rojnema Evro û got: “ Hindek berhemên bi seyr ji aliyên xwendevanan ve di derbarê zîndewerzanî, Fizîk û kîmyayî de hatibûn berhevkirin û ahengê de hatin nîşandan û bû cihê dilxweşiya amadebûyan.

Herweha hejmareka baş ya belavuk û pirtok yên berhemên xwendevanan di pêşengehî de hatin pêşkêşkirin. “

Berdewambûna axaftina xwe de Hena got:  “ Ev  yêkemîn care xwendevanên  me bi estîvalêk bi vî awayî amade dikin.“

 

Back to top button