Azadî ji bo Abdullah Demirbaş!
Azadî ji bo Abdullah Demirbaş!
Şaredarê SUR ê Abdullah Demirbaş di dema operasyonên li dijî DTP hatibû girtin û ji dawiya sala 2009 ve, ji ber siyaseta toreyî ya Turkiyê, di zindanê de bû.
Siheta Demirbaş demek dirêj e ji ber nexweşiya Vein thrombosis (DVT) di xeterê de ye. Divê Demirbaş di bin kontrola doktoran de bê tedawîkirin. Lênerîna wî demek dirêj dixwaze. Nexweşiya Demirbaş berî bi hefteyekî lê giran bû û ew rakirin nexweşxaneya Zanîngeha Dicleyê. Nuha di beşek taybetî de, di bin çavdêriya polîsên da tedawiyê dibîne.
Rêvebirên hikumeta Turkiyê li ser rewşa wî hatibûn agehdarkirin. Lê ew naxwazin rastiya Demirbaş bibînin û dixwazin wî careke din têxin zindanê.
Navenda Kurdocide Watch-CHAK ê di gel Kurdocide Watch CHAK-Bakur ji 30 adarê hetanî niha kampanyek navnetewî bi alîkarî û havkariya gelek dezgehên netewî daye destpêkirin. Xebata me ji bo azadiya Demirbaş didome.
Em banga xwe dighêjînin tevayê kurdan û insanetiyê:
Pêwîstiya Demirbaş bi piştgiriya we heye. Divê daweyên li dijî wî hatiye destpêkirin bi dawî werin û Demirbaş azad bibe. Ji bo bidestxistina encamek wisa û zextdayîna ser rêvebirên hikumeta Turkiyê, pêwîstiya me bi piştgiriya we heye.
Daxwaziya me ew e ku, hûn tevlî kampanya me ya îmzeyan bibin, da ku em karîbin bi yek dengî, xwestina xwe bighêjînin dezgehên navnetewî yên pêwîst.
Îmze di malpera www.kurdocidewatch.net ê tê berhevkirin. Dezgeh û kesên dixwazin, dikarin bi rêya e mailên: [email protected] & [email protected] ê beşdarî kampanyayê bibin. Ji kerema xwe re, nav û paşnav, karê xwe û welatê hûn lê ne binîvisînin.
Gelek spas.
Goran Helebceyî, Serokê Giştî, Kurdocide Watch-CHAK
Elî Mahmûd, Dîrektorê Ragihandin û Çapemeniyê, Kurdocide Watch-CHAK
Gabar Çiyan, Cigirê Serokê Giştî, Kurdocide Watch-CHAK