Polîtîk

Civata wezîrên hikûmeta Kurdistanê civiya

Civata wezîran a hikûmeta herêma Kurdistanê duhî li Hewlêrê, bi amadebûna Azad Berwarî cîgirê serokê hikûmetê, di bin serokatiya Berhem Salih serokê hikûmeta herêma Kurdistanê de civiya.

Di destpêka civînê de Berhem Salih serokê hikûmetê di axaftina xwe de behsa civîna Mesûd Barzanî serokê herêma kurdistanê ya bi lîsteyên kurdistanî yên ku di hilbijartinan de serketîn re kir. Di vê çarçoveyê de, Salih got ku ew civîneke gelek giring bû, bi taybetî di warê yekhelwestiya lîsteyên kurdistanî, çewaniya îdarekirina pirosesa siyasî li welêt û parastina mafên gelê Kurdistanê û bicihanîna daxazê wan civînê giringiyeke taybet hebû.

Serokê hikûmetê di civînê de got ku awayekî (curekî) ragehandina xerabker heye û pêwîste kontrola wan kenalên ragehandinê bê kirin. Salih got: ”Divê mecal û derfet ji wan kenalên ragehandinê re neyê dayîn da ku bi awayekî negetîv tesîrê li ser rewşa herêma Kurdistanê nekin.

Herwesa civîna civata wezîrên herêma Kurdistanê pirsa kontraktên giştî yên hikûmetê minaqeşe kir û biryar hat dan ku komîteyeke rêvebirina kontraktên hikûmetê li wezareta pilandananê bê damezrandin û ew komîte serperiştiya rêxistina hemû kontraktên giştî li hemû wezaretan, wîlayetên herêma Kurdisatnê û saziyên hikûmetê bike

Civata wezîrên hikûmeta herêma Kurdistanê biryar da ku Newroz TV ya wezareta rewşenbîrî bibe kenalekê perwerdeyê û di warê perwerde, tendirustî, jîngeh û gêncan de bernameyên xwe biweşîne. Di vê çerçoveyê de biryar hat dan ku, ji bo ku Newroz TV bi hemû sitaf, kadiro, amêr û alavn ve bên veguhastin bo ser wezareta perwerdeyê, komîteyek bê avakirin.

Back to top button