Polîtîk

Prosesa guhertinê destpêkir

Enqere – Paketa guhertinên destûrê ji nû ve hat parlementoyê. Ak-Partiyêji berî niha guhertin di 26 xalên de pêkanîbû. Partiyên muxalefetê CHP û MHP dijê van guhertinan dîtinên xwe dan kifşkirin û ragihandin ku bi tu awayî pişgiriya van guhertinên destûrî nakin. BDP ji bo pişgiriyê hinek merc dan kifşkirin. Ji Îmralî û Qendîlê di vê derbarê de helwest hat xûyakirin. Hat gotin ku, Ak-Partî  eyiztika dike û ew bi xwe astenga herî mezinin di rêya guhertinan de, eger  daxwaziyên PDP-ê newê qebûl kirin BDP pişgiriya guhertinan nake.

Lê li gora agahdariyên medya Tirkî, her di nav berpirsên Ak-Partî û BDP-ê de pêwendî berdewambûn. Herweha ji gelek dezgehên sivîl  jî pêşniyar hatin kirin. Ak-Partiyê hinek guhertin di paketa yekem amade kirî de çêkirin û xalên guhertinan ji 26 –ê kirin 30. Îro bi îmzeya 265 parlementeran teklîfa guhertinê dan serokê parlementoyê. Dê di demek nêzik de, komisyona destûrê,li ser guhertinan gengeşê bike. Piştî ji komisyonê derkevê, wê bê rojeva parlementoyê.
Îmza serokwezîrê Tirkiye Tayîb Erdogan jî di bin teklîfê de heye. Prosesa guhertina beşek ji destûrê bi awayek fermî destpêkir.

Back to top button