Girtina generalan berdewam e

Di çerçova pilana darba “Balyozê“ de, pêlek nû ya binçavkirinê destpêkir. Dozerên doza Balyozê operasyonek gelek berfireh destpêkirin û gelek generalên û efser girtin.  Fermandarê Kevin yê nexweşxana mezin ya leşkerî GATA yê,  general Tuncay Çakan hate binçav kirin. Herweha Sekreterê giştî yê  Kevin yê Konseya emniya netewî Şükrü Sarıışık jî hate binçav kirin.

Hinek kesên ku di vê doze de têne gerandin li malên xwe nahatin dîtin û wan ji tirsa girtinê xwe dane aliyekî. Heta niha di çerçova doza Balyozê de 91 kes hatine girtin 70 ji wan efserên bilind yên ku hêjî li ser Karin.

Serdozer Aykut Cengiz Engin, piştî van binçavkirinên dawî du dozerên doza Balyoze ji kar dest da kişandin û di şûna wan de du dozerên nû hatin ser kar.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: