Polîtîk

Şêxê Suudî Serdana Kurdistanê kir

Li hevdîtinê de, pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Mîrnişînê Ras Elxiyame û çawayiya pêşxistina wan pêwendiyan bi awayeke ku li berjewendiya hevbeşa her du aliyan bê û her wiha li vî derbarî de danûstandin kirin. Serok Barzanî hez û hêviyên Herêma Kurdistanê nîşan da li berfireh kirina hêla alîkariya di navbera her du aliyan de, bi taybetî li warên neft û kehreba û çandin û pîşesazî û veguhestinê ve û balkişandin li ser ezmûna serkeftiya welatê Îmarat kir û hêvî xwest ku sûd ji wê ezmûnê bê wergirtin, neku her li warê veberhênan û aborî, belku li warê siyasî jî, ew jî bi peyrew kirina sîstema siyasiya ku li ser bingeha yekgirtineke bi hêvî de damezraye û ew welat jî bi sedema wê sîstemê ve kariye welateke nûjen dabimezrênê. Li beramberda, Semu El Şêx Su’ud Bin Seqer Elqasimî, bi vê serdanê xweşhaliya derbirî û sosretiya xwe ya bi rewşa aramiya Kurdistan û xweşiya siruşta Kurdistanê nîşanda, hêviya bi hêztir kirina pêwendiyên di navbera her du aliyan xwest û li vî warî de balkişand li ser hewlên Hikûmeta Îmaratiyan li alîkarî kirina Herêmê û handana kompanyayên Îmaratiyan ji bo kar kirina li Herêmê da. Her wiha gengeşe kirina pêşketinên dawî ya rewşa siyasiya Iraqê bi taybetî piştî proseya hilbijartina Encumena Nûnerên Iraqê û sedem û senaryoyên çawayiya pêkanîna hevpeymanî û Hikûmeta nû mijareke dinê vê hevdîtinê bûn.

Back to top button