Polîtîk

Kak Nêçîrvan Barzanî kesatiyeke siyasî naskirî ye

Serokê hikumeta herêma Kurdistanê di dema vekirina bazarê bazriganî Kaso Mol li bajarê Silêmaniyê, di preskonferensekê de got:

– Di civînê Selahedînê de, ya alîyên di hilbijartinan de serketîn, gelek pirs û mijarên giring hatin behis kirin û ew destpêkek gelek serketî bû. Di civînê de tekîd li ser yekrêzî û yekhelwestiya kurdan li Bexdayê hat kirin û şandeyê herêma Kurdistanê ji bo ku danûstinandina bi aliyên din yên îraqî re bike bo avakirin ahikûmeta nû a Îraqê hat pêkanîn.

– Tştê dilxweşker di civînê de ew bû ku, li hember ew mijar û pirsên hatine gotûbêj kirin,  hemû alî yek helwest û yek deng bûn. Ez yê piştrast im ku dê senga kurdan li Bexdayê mezintir bibe.

Di bersiv apirsekê li der serdana Nêçîrvan Barzanî bi Tirkiyeyê, Salh got:

– Kak Nêçîrvan kesatiyeke siyasî  naskirî ye. Berî hîngê jî bi nûneratiya serok Barzanî, wî serdana Tehranê kir bû. Ev tiştekî normale ku kesatiyên siyasî serdana welatan bikin û ji aliyê rayedarên wan welatan ve bên pêşwazî kirin.

Li dor pirsa budceya herêma kurdistanê jî, serokê hikûmetê got:

– Texîrkirina pesindkirina bidceya herêma Kurdistanê ji aliyê parlamentoya Kurdistanê ve gelek kêmasî di karê hikûmetê de çêkirine. Em şanaziyê bi wê yekê dikin ku me di wextê minasib de budce ji parlamentoyê re şand. Em hêvî dikin ku di heftiyên bên de meseleya budceyê yekalî bibe

Back to top button