Polîtîk
Roja cihaniya mayînan
Soran – Li Kurdistana Başûr devera Soranê bi minasebeta roja Cîhaniya Mayînan, navenda giştî ya karûbarên mayînan a Kurdistanê dest bi projeyeke girîng kir.
Li gorî projeya navenda han, bi organîzatoriya navenda karûbarên mayînan a Kurdistanê û bi beşdariya hijmareke welatî û saziyên elaqedar, 5 parçe erdên mezin hatên paqijkirin.
Erdên ku hatêne paqijkirin bi mebesta karên çandinê bi merasimeke girseyî ji xwediyên xwe re hatên radestkirin.
Tê zanîn ku li Devera Soranê gelek erdên Kurdistanê bi sedema çandina mayînan di dema şerê Îran û Îraqê de hatêne velakirin.
(KTV)