Polîtîk

Metirsiya têkçûna yekrêziya kurdan nîne

 

Serokê Bizava Goranê Newşîrwan Mistefa di hevdîtinekê de ji rojnameya Şerq El Ewsatê re helwest û mercên Lîsteya Goranê bo hevpeymaniya digel aliyên siyasî ragihand û got: “Me li hemberî tu lîsteyekî serkeftî helwesteke pêşwext nîşan nedaye. Ji bilî parastina berjiwendiyên bilind ên gelê Iraqê, ji bo diyalogê jî çi mercekî me nîne.”

Derheqê pirsa navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê de, serokê Bizava Goranê aşkere kir ku hin ji wan pirsan kevin in û vedigerin pêş rûxana rejîma berê, hin ji wan jî piştî rûxandina rejîmê hatine rojevê û amaje bi pêwîstiya çareserkirina wan pirsan kir.

Mistefa aşkere kir ku ji bo çareserkirina pirsên navbera Hewlêr û Bexdayê hin nêrînên wan ji Lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanê cudatir in û got: “Me her ji ber vê yekê wek lîsteyekî serbixwe beşdarî hilbijartina parlamentoya Iraqê kir.”

Newşîrwan Mistefa derheqê egera hevpeymanîkirin digel Lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanê li Bexdayê wiha axivî: “Me bi aşkereyî ji wan re got ku nabe di demekê de ew li Kurdistanê dijeyatiya alîgirên me bikin û em jî li Bexdayê hevkariya wan bikin. Çimkî li Herêma Kurdistanê desthilat di destê Hevpeymaniya Kurdistanê de ye û di hilbijartina parlamentoya Kurdistanê ya di meha tîrmehê ya sala bihurî de û hilbijartina meha adarê ya parlamentoya Iraqê de, êş dan wan kesan ku dengê xwe dabûn Lîsteya Goranê. Sedan kes ji wezaretên navxwe û pêşmerge ji karên xwe hatin derxistin û Wezareta Perwerde jî sedan mamoste ji ber sedema siyasî hatine veguhastin.”

Derheqê egera têkçûna yekrêziya kurdan li Bexdayê Mistefa wiha got: “Bi ya min metirsiya têkçûna yekrêziya kurdan li Bexdayê di rojevê de nîne, belku ya ku heye pêk tê ji cudabûna nêrînên siyasî bo pirsan û çareserkirina wan. Çavkaniya hêza kurdan li Iraqê hejmara kursiyên wê yên li Bexdayê nîne, belku heza wê di wê de ye ku pêkhênerekî sereke ya dewleta Iraqê ye. Du destkeftên hene ku pêk tên ji destkeftên neteweyî û hilbijartinê. Reng e destkeftên hilbijartinê li ser wergirtina postên sereke bandor bike lê ew bandor li ser deskeftên neteweyî yên kurd di prosesa avakirina dewleta Iraq û damezrandinê çê nake.”

Mistefa derheqê egera beşdarîkirina Lîsteya Goranê di hikûmeta dahatû ya Iraqê de jî got: “Eger bernameya hikûmeta dahatû nêzî bernameyên me yên siyasî bin em dê beşdarî hikûmetê bin. Em beşdariya kurdan, beşdariya xwe di hikûmeta dahatû de bi girîng dizanin.”

 

(Dengê Azad)

Back to top button