Dosya

Kurd ne şirîké Qetlîama Ermeniyan in!

Kurd ne şirîké Qetlîama Ermeniyan in!
 
Piştî qebulkirina Jenosîda Ermeniyan di Komîsyona Tékîlîyén Derve ya Kongreya Amerîka u Parlamentoya Swédî de, ev pirs bi germî té minaqeşe krin.
 
Di nav minaqeşeyén germ de, hin kes bi zanistî yan jî nezanî, milleté Kurd jî dikin şirîké qetlîamé.
 
Ev qetlîama mezin bi desté hikumeta Îttîhat Teraqqî li hember milleté Ermeniyan hatiye kirin. Li ser vé şik u şubhe nînin…
 
Devleta Tirk a “modern” bi hemu dam u dezgehén xwe ve înkar bike jî, dinya alem dizane ku li hember Ermenîyén ku di nav hidudén Împaratoriya Osmanî da dijiyan ev qetlîam (jenosîd) hatiye kirin, bi sedan hezar Ermenî yén sivîl hatine kuştin û talankirin…
 
Di dema Fermana Ermeniyan da, rewşa dinya çawa bû? Şeré Yekemîn a Cîhané, dostanî u dijminatiya Împaratoriya Osmanî, Împaratoriya Rusî, Almanî çi bu çawa bu, tékîlîyén Ermeniyan, daxwazén wan çi bun çawa bun, rewşa milleté Kurd u tekîlîyén siyasetmedarén Kurd bi Ermeniyan ra, Osmanî u Rusan ra çi bu çawan bu, ewana meseleyén dur û diréj in bi dehan, sedan kitéb û lékolîn hene ku herkes dikare jé îstîfade bike…
 
Lé li vir mesela me ne ev e, ku em bikevin van detayan de…
 
Pirs ev e, hin kes bi zanetî yan jî nezanî lé bi israr, çima dixwazin Kurda bikin şirîké Qetlîama Ermeniyan?
 
Dewleta Osmanî bi desté hikumeta İttîhad Terakkî di salén 1912, 1913, 1914 an de li Kurdistané çi dikir?
 
Şéx Abdulselam Berzanî, Şéx Şabeddîn, Seyyîd Alî, Xelife Selîm çima û bi desté ké hatin îdamkirin? Bi hezaran Kurd bi desté ké hatin kuştin?
 
Dewletén Rus û Alman li hember van qetlîama çi kirin û milleté Ermenî çi dikir?
 
Planén emperyalîst a Almanan bi şirîkatiya Osmanî û planén Çaré Rusan çi bun?
Cîhé millet û sîyasetmedarén Ermenî û Kurd di nav van planan da çi bun? Tékiliyén ev her du milletén qedîm û belangaz bi hev û du ra çava bun?
 
Mirov dikare bi dehan pirsén weha bipirse û bersivén wan bigere…
 
Lé kes nikare îsbatek bike ku milleté Kurd şirîké qetlîama Ermeniyan e.
 
Çima?
 
1. Milleté Kurd bi xwe di bin zulma Împaratoriya Osmanî û hikumeta İttîhad Terakkî de dinaliya…
 
2. Ne di derxistina Şeré Yekemîn a Cîhané de, ne jî planen şer de, îrade û temsîla milleté Kurd hebu…
 
3. Fermana Ermeniyan bi desté hikumeta İttîhad Terakkî hatiye derxistin û tetbîqkirin. Ev îradeya dewleta Osmani ye…
 
4. Di sala 1915 an de kîjan partî yan jî réxistina Kurda qetlîamé de buye teref û cîh girtiye?
 
5. Qetlîama Ermeniyan bi desté dezgehén askerî, îdarî, adlî û istîxbaratî ya dewleté ve hatiye kirin.
 
6. Kes nikare béje, fîlan deré yan béwan deré ser navé milleté Kurd yan jî bi îradeyeke kollektîf, Kurdan qetlîamé de cîh girtine…
 
7. Di bin emré ordî û dezgehén dewleta Osmanî de bi hezaran Kurd hebun, ew Kurdana bi îrade xwe qetlîamé de cîh girtin e?
 
8. Dema ordîya Çar kete Kurdistané (1916-17), heyya Bilîsé îşgal kir, kîjan héz péşengiya ordiya Rusan dikir û bi hezaran Kurdén sivîl dikuştin? Ma ne Taşnak bun?
 
9. Gelek cara té gotin ku Alayén Hemidiye qetlîama Ermeniyan de cîh girtine…
Baş e ev alay ji Kurdan pékdihat, ma ordiya Kurd û Kurdistané bun, yan bin emré Ordiya Osmaniyan de bun?
Ma Alayén Hemîdîye péşengîya Qetlîama Ermeniyan dikir?
 
10. İro li Kurdistana Bakur 70-80 hezar Köy Korucusu hene. Di nav ordi, polis û Jandarma de bi dehan hezar Kurd hene, dema ev kesana dijî gerîllayén PKK şer dikin yan jî Kurdistana Başûr bombardiman dikin, bi îrade û navé milleté Kurd dikin yan jî di bin emré ordiya tirk de dikin?
 
11. Di sala 1974 an de, dema Ordiya Tirk Qibrisé îşgal kir, bi hezaran askerén Kurd di bin ala Tirk de ketin qibrisé, véca béjin Kurd şirîké îşgala Qibrisé ne!
 
Mirov dikare pirsén weha zéde bike û bersivan bigere…
 
Lé kes nikare bersiveke bibîne ku Kurd bune şirîké qetlîama Ermeniyan (1915)…
 
Bila kes baré dewleta Tirk û qatilén Îttîhat Terakkî ku péşiyén kemalîstén îroyîn in sivik neké!!!
 
Milleté Kurd milletek belengaz û mazlum e. Derd û kulé me bese ji me re…
 
Xwezî qasé ku keça Kurd Gulan Avci (Parlamentera Swedé asil Kurd) li hember Jenosîda 1915 dengé xwe bilind kir (bi hesanî got, ”hinek Kurd jî qetlîamé de cîh girtine” u neheqî milleté xwe kir), hema Parlamenteré Swedé asil Suryanî Yilmaz Kerîmo jî xeberdana xwe de bigota, ”li Kurdan jî neheqî dibé, zulm û zordestî dibînin” ma zimané wî hişk dibu qeyé!
 
Reaksiyona dewleta Tirk ne normal e…
Divé dewleta Tirk ne tené Qetlîama Ermeniyan, herweha Qetlîamén li hember milleté Kurd (Dersim, Zîlan û hwd.) qebul bike u uzré xwe ji Ermeniyan û Kurdan bixwaze da ku bikaribe bi serbilindî péşeroja xwe binére di nav alema rojawa de cihé ku dixwaze, bigre…
 
Abit Gurses

Back to top button