Polîtîk

Barwarî di Bergeh de hilbijartin nirxandin…

Siyasetmedar û Wezîrê Gencan û Werzişê yê Kabîneya 5em a Hukimeta Herêmê Kurdistanê Taha Barwarî,  di bernameya Bergeh bi birêvebiriya Cemal Batun û beşdariya panelîstên Bergehê siyasetmedar Dara Bilek û nivîskar Keya Îzol hilbijartinên Iraq a federal, bi taybetî rewşa li Herêma federe ya Kurdistanê, hewldanên pêkanîna yekdengiya Kurd, seredana Serokwezîrê berê yê Hukimeta Kurdistanê û Cîgirê Serokê PDK Nêçîrvan Barzanî ya Tirkiye nirxandin.

Taha Barwarî nirxek mezin da  civîna Serokê Kurdistanê Mesud Barzanî  li gel lîsteyên Kurdistanî ku dê li Parlemetoya Iraq a federal temsîl bibin. Ev kiryara Serokê Kurdistanê ji bo pêkanîna yekîtiya Kurd wekî gavek dîrokî û pîroz binav kir. Barwarî got ku: di encama vê civînê de hate biryardan ku Birêz Celal Talabanî wekî namzedê tevayiya Kurdan ji bo Serokkomariya Iraq a federal bête destnîşankirin ku helwêsta neteweyî ya Kurd di vê babetê de şikl girtiye. Herweha di encama civînê de li ser hemû xalên girîng: pirsên Destûrî, pirsa Kerkukê, pirsa hewldanên pêkanîna Hukimeta nû ya Iraqê, pirsa Butçeyê û herêma Kurdistanê û h w d yekalîbûna Kurd teîd kir. Bêguman di çar salên pêşya me de berhemên vê civîna dîrokî dê xwe baş bidin diyarkirin. Berjewendiya Kurdistanê bi ser berjewendiya her hizbek û terefek a Kurd e û Serokê Kurdistanê ev di pratîkê de da xûyakirin.

Barwarî bal kişand babetek gelek balkêş a hilbijartinên Iraq a federal ku bi egera xeletiya sistema hilbijartinê ku Kurdan bi 2,3 milyon dengan 58 parlemeter, lê Lîsteya Itifaq a Iraqê bi 2,2 milyon dengan 91 parlementer derxistine. Herweha li hin deveran bi taybetî li derdora Kerkukê û Musilê li hîn cîgahên ku Kurd lê kêm in, ji hejmara hilbijêrên zêdetir deng hatine bikar anîn. Hêviya xwe nîşan da ku bi ser van xeletiyan jî yekgirtina Kurd di Parlementoya Iraq a federal de, dê bihêle ku daxwazên Kurdistanê di rojevê de cîhek girîng bigrin.

Dara Bilek û Keya Îzol her du hilbijartinên Kurdistana federe û ya Iraq a federal wekî nimûneyek demokrasî, tolerans û şefafiyetê binav kirin û ev yek ji bo pêşeroj û pêkanîna demokrasiyek qayim a Kurdistanê wekî nimûneyek ji bo tevayiya herêma Rojhilata Navîn destnîşan kirin.

Taha Barwarî li ser seredana Nêçîrvan Barzanî  ya Tirkiye jî rawesta û ev seredan wekî serkeftinek dîplomatîk a herêma Kurdistanê li qelem da. Barwarî diyarkir ku: bi siyaseta xwe ya kamil û zîrek Serokatiya Kurdistanê û Hukimeta Kurdistanê weha kiriye ku Tirkiye bi herêma Kurdistanê re rêya diyalog, danûstandin û diplomasiyê hilbijêre û bibîne ku siyaseta hişk û ne maqûl ne di berjewendiya wê bi xwe de ye. Barwarî herweha got ku: AK Partiyê li Tirkiye gelek tabu şikandin, ev pêngavên erênî ne. Qelsiya doktrina Kemalizmê, qelsiya sistema otokratîk a eskerî di berjewendiya Tirkiye bi xwe de ye. Rêya diyalog û hilbijartina siyaset û danûstandinê li gel Kurdên bakur, ji bo ketina rêya çareseriya ya pirsa Kurd ji Tirkiye re jî, ji herêmê û dinyayê re jî rêya rasttir e. Rojnamevan Cemal Batun bi van gotinan bername qedand – Belê! Ne xetên sor, lê diyalog – rê li ber pëşerojek ronahîtir vedike!….

Back to top button