Polîtîk

Amnesty International ji bo girtiyên sûrî li ser kar e..!

Di belavokeke xwe de Amnesty international dibêje: ”17 ê nîsanê  cejna rizgarbûna  Sûrya ya 64mîn e, Em bi vê helkeftê dixwazin ji desthilata sûrî re bêjin ko Sûrya ji xwe serbixwe ye, lê ev nayê wê wateyê ko hemwelatiyên sûrî azad in” û ”Li jêrdestî  rewşa awarte de, û girtin û îşkence û tengkirina li dijî çalakvanên mafên mirovan û rikberiya siyasî..û gelek binpêkirinên ko dibin li Sûrya” ..Loma  ” Em dixwazin ji bo ko hinek hêvî em bidne girtiyên siyasî di vê rojê de çalakiyekê li dar bixin û li ber balyozxana sûrî li Brûksêl meşekê saz bikin”

Ji bo beşdarbûna meşê Amnesty ji beşdaran xwest ko kincên reş li xwe bikin û wêneyên girtiyên baweriyê hildin, û bêjin ”bes e ji bêdengiyê re” ji bo ko bînine bîra rêjîma sûrî ko ev girtî mirov in, xwedî jiyan, dost û malbat in…

Ev daxuyaniya Amnesty bû sedemê lebatê û gelek çalakvan û rêxistinan piştgîriya xwe diyar kirin, ji wan jî  Daxuyaniya Şamê li derveyî welêt  jî belavokek ji bo piştgîriya vê çalakiyê derxist û tê de hatiye gotin ko ji komîteyên Daxuyaniyê li hemî welatan û revenda sûrî  tê xwestin ko ”aktîv bin di vê çalakiyê de ji bo biserxistina vî karê hiqûqî û sivîl, ji bo piştgîrya girtiyên siyasî û ji bo protêstokirina karên hovane yê rêjîma sûrî li dijî hemwelatiyên Kurd di Newrozê de û ji bo rawestandina binpêkirina mafê mirovan ”..

Ta nuha Li Brûksêl, London, Waşington û bi goman Parîs jî wê ev çalakî li dar bikeve..Hêvî ew e ko li gelek bajarên din yên ewrûpî pêk bê..

Back to top button