Serokatiya Kurdistanê peqînên Bexdayê şermezar kirin
Di demekê de ku îraqîya, bi hemû pêkhatan ve, ji bona hilbijartina parlamentoya Îraqê ber bi sindoqên dengdanê çûn û serketineke din a mezin bi dest xistî, em dibînin ji bona dirustkirina kaos û astengan li pêşiya ber bi pêşveçûna îraqiyan terorîstan dest bi bizavên xwe kiriye. Peqandina sê erebeyên bombebarkirî li sê taxên cihê yên bajarê Bexdayê, yên pir qrebaliq û nêzîkî sefaretxaneyên welatên biyanî li Bexdayê ku bû sedema şahîd û birîndarbûna bi dehan hevwelatiyên sivî li Bexdaya paytext, wê yekê nîşan dide ku hêşta şanên terorîst û tawanbaran tîniyên kuştin, wêrankirin û tirsandina hevwelatiyan in.
Bi vê minasebeta xemgîn em bi dijwarî vê kiryara ne mirovne şermezar dikin û daxazê ji Xwedayê mezin dikin ku şehîdan bi buheştê şad bike û birîndaran jî zû çak bike û sebir û tehemulê ji nalbatên qurbaniyan re bide.
Herwesa em daxazê ji hemû alî û hêzên siyasiyên îraqî dikin ku, ji bona rû bi rûbûn û berhingarbûna pîlanên terorîstan, yekbigirin û yekrêziyê biparêzin.
Careke din em van peqînên bi xûn şermezar dikin û daxazê ji hemû aliyan dikin ku, ew destketiyên ji bona domandina pirosesa siyasî û demokratîk li Îraqê bidest hatine, ji dest nedin
Berdefkê serokatiya herêma Kurdistanê
04.04.2010