Bexda: 35 kuştî, 200 birîndar

Îro li Bexdayê se otomobîlên bombekirî hatin teqandin û di encama van teqandinan de, 35 kes hatin kuştin, nêzikî 200 kes jî birîndar bûn. Du teqîn li taxa Mansur cihê balyozxaneyan çêbû. Yek ji wan nêzikî xaniyê Balyozê Almanî bû. Teqîna seyem jî li Taxa Salihiye li himber balyozxana Îranî çêbû.

Teqinek jî nezikî balyozxana Misrê bû. Heta niha di nava balyozxana de çend kes hatine kuştin nehatiye eşkere kirin.  Tirsa ku hêjmara kuştiyan zêde bibe geleke.

Kesek jî dema xwest ku otomobilekî biteqine negiha vî karî bike û ji teraf polîsan ve hate kuştin.

Nerîna min :