Generalê Jitem-ê hat girtin
Di çerçova pilana darba “Balyozê“ de, pêlek nû ya binçavkirinê destpêkir. Dozerên doza Balyozê operasyonek gelek berfireh destpêkirin û gelek generalên û efser girtin. Di nav van generalan de yek gelek balkîşe. Tuğgeneral Mustafa Kemal Tutkun.
Tuğgeneral Mustafa Kemal Tutkun, efserek gelek girîng yê JITEM-ê bû. Tutkun li Kurdistanê devrên wek Cizîrê, Şirnex ,Muşê û gelek cihên din kar kiriye û piraniya dozên di derbarê Jitemê de hatîn vekirin navê wî derbas dibe. Herweha gelek kesên di JITEM-ê de kar kirîn yên wek Abdulkadir Aygan,Adil Timurtaş, Ibrahim Babat û Abdulmuttalip Tonçer li gel Kemal Tutkun kar kirine û kiryarên wî yên li Kurdistanê eşkere kirine.
Kemal Tutkun li Kurdistanê li gel endam û damezerên Jitemê, Yavuz Ertürk û Cem Ersever re kar kiriye.