Kurdek di bin îşkencê de hate kuştin

Pîranşehîr – Li Kurdistana Rojhilat li bajarê Pîranşehrê, kurdek bi nave Ahmedî  Tahir di bin işkenceyê de hate kuştin. Li gora nûçeya ANF-ê, Ahmedî Tahir ji berî sê mehan li Pîranşehrê hatibû girtin. Ew bi hevaltiya partiyek kurd  dihat tawanbarkirin û di mala wî de silehek hatibû girtin.

Sê mehan di girtigehê de îşkencek bi hovîtî lê hate kirin û di encama îşkenceyê jî, jiyana xwe ji dest da. Cenezeyê Ahmedî teslîmê malbata wî kirin.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: