Nivîsar

YNK çi bike hetka wî naçê!

Tu bibîne, di destpêkê de Kerkûkê radest kiriye. Li pey de Mistefa Selîmî radest kiriye. paşê 176 Da’îşî radest kiriye. Berê jî we bawer nedikir ku şerê Da’îş kirine. Ji ber ku firoke li Da’îş dida û ewan selfî li tenişt wan de digirt.

Wan Sure yekê Duşîvanî jî heye li Malbenda Kerkûkê, desthilata wan heta hewşa malbenda wan bi xwe jî naçe. Heşda Şe’bî dikarê bi şimikên xwe ve heta ser masa xwe û bin wêneya Talebanî biçe, ku zû bi zû tê ser telefizyon û bi vî destî û bi wî devî dibêje: Çavê wan bi van destkeftan hilnayê!

Ji wê dema ku ez heme bi hîç reftar û kirdarekê YNK ecêb û heyirî nemam, tenê bi wê yekê nebê ku hetik nabê. Bi ciddî ev partî qet hetik nabê! her çi bike hetik nabê, tu here dîroka Bekreco hilbide, bibîne zêdetirîn daxuyanî û axaftina wan heye, ji xwe diviya rûyê wan negirta li wê demê de axaftinê bikin. Hemû Iraq şeş kameraya fotoyê têda nebû, lê wan zêdetirîn wêne jî girtiye neku her axaftin!

Wate yek ji wan partiyane ku dikarê têkçûnê biguherê ji bo destkeft! Şermezariyê bike bi hêla dîrokî! têkçûnê bi tama serkeftinê behs bike! Xiyanet wekî xebat bixe rû! êdî bibîne ew Hoollywoode medyayî ya Silêmanî ku xwe pê serbixwe û bê alî û azad bûyî, çawa bêdeng bûn! bibîne (Zil nivîskarê mezinê gelê wan) Merîwanê Wirya Qan, her mijulî sefseteye û tenê li ser vî aliyê Dêgele dizanê û dixwazê rexne bigrê! bi her hal bi vê dev jê bernadim, paşê yem ji bo giyanê wan qehremanan jî, ev rexnegir û helmetçiyane!

Kake giyan dev ji wê berdin ku meseleke heqe yan na, tenê ji min re bibêjin: YNK bi çi sîfetek girtiyên Da’îş azad dike? Muameleyê pêve dike? ji bo çi ev tişt ji aliyê beşa xwe li Hikumeta Herêmê li Silêmaniyê ve nake? Her bi saxteçîtî jî bê bila Hikumet bike û bergekê Hikumetê bikin bi ber şermezariyên xwe de, her hîç nebê bila minê bigota û hîç destê min neket li ser binivîsim.

Hêvîdarim dû sê YNK bên û hetikbûna xwe rabigihînin, her ji bo wê yekê ez bawerbim ku vê partiyê de xelkekê baş jî têda maye.

Berzan Heme Elî

Back to top button