PolîtîkRojev

YNK bi Îranê Hewlêr tehdît dike

Pêgehekî YNKê bi navê Bafil û YNKê ve gef li PDKê xwarin ku eger berbijêrê PDKê yê serokomarê Iraqê derkeve, wê demê bi êrîşên Îran û milîsên Heşdî Şeibî ve dê ziyanê bigehînin PDKê.

Pêgeha Talebanî ya tora civakî ya facebookê wek zimanê Bafil Talebanî xwe pênase dike, di parve kirinekî de amaje bi wê yekê kir ku eger sibe civîna Parlamentoya Iraqê hate kirin û serokomartiyê de PDK serbikeve, wê demê Bafil Talebanî serkeftî bûye, ji ber teslîm nebûye û PDK dê bacekî giran bide, ji ber Îran û milîsên Heşdî Şeibî dê êrîş bikin û PDK dê ziyan bibîne.

Heta naha Îranê û milîsan 9 caran êrîş bi mûşek û dronan û bi awayên cuda êrîş kirine ser Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê. Herî dawî jî sipaha pasdarên Îranê bi 14 mûşekan çend cîhekî Hewlêrê kirin armanc.

Back to top button