CivakRojev

Baroya Diyarbekir: Du zarokên temen 5 sali di Newroza Bismilê de hatine binçavkirin!

Baroya Diyarbekir, da xûyakirin ku,li navçeya Bismila Diyarbekirê du zarokên cêwik ku temenê wan 5 saliyê ji bo cil û bergên Kurdî li xwe kirîbûn hatine binçavkirin.

Beşê Mafên Zarokan a Baroya Diyarbekir da xûyakirin ku, ew di vê derbarê de bûyera ku rûdayî dişopînin û pêvajoya huquqî destpêdikin.

Baro di daxûyaniya xwe de dibêje:Di pîrozbahiya Newrozê ya ku di 19ê Adara 2022an de li navçeya Bismilê hatî lidarxistin de, gelek kesên ku cil û bergên gelêrî li xwe kiribûn, hatin astengkirin û bêyî ku gumana sûc hebe hinek hatin girtin.

Birayên cêwî yên bi navên A.B û E.B yên 5 salî ku cilûbergên gelêrî li xwe kiribûn, ji bo pîrozkirina Newrozê xwestine bi diya xwe Zeynep B. re biçin qadê. Hate zanîn ku zarokên cêwî ji aliyê polîsan ve bi hinceta cilûbergên xwe yên gelîrî  û naveroka cil û bergên ku kesk û sor û zer li serê ne bo ketina qadê hatine astengkirin, cilûbergên wan ji wan hatine kirin û ew bi diya wan re birine qereqolê.”

Back to top button