Polîtîk

Yildirim: Kurdistan heye

Binali Yildirim berbijêrê AKPê yê şeredariya Stanbulê bi minasebeta pîrozkirina cejna Remezanê serdana Diyarbekirê kir. Li Diyarbekirê hinek hevdîtin pêkanîn û li avahiya AKPê ya li Diyarbekirê cejna xelkê pîroz kir.
Yildirm li Diyarbekir daxûyaniyek da û behsa Kurdistanê û herweha behsa kurda kir. Yildirim di destpêka axavtina xwe de bi zimanê Kurdî çend gotin gotin û bi Kurdî cejna xelkê pîroz kir.
Yildirim di xavtina xwe de behsa gotina Kurdistanê jî kir. Da xûyakirin ku, di wextê xwe de di parlementoyê de parlementerên Kurdistanê hebûn.
Tê zanîn ku demekî serokkomarê Tirkiye Erdogan bi xwe , behsa Kurdistanê kirîbû û digot: Kurdistan herêmek e û navek cografiye. Em nikarin bêjin tuneye, berê di dema Osmaniya de Kurdistan hebû , herweha parlementoya yekem de jî parlementerên herêma Kurdistanê hebûn.
Lê vê paşîyê, taybetî dema propaganda hilbijartinan de Erdogan dabû xûyakirin ku, li welatême ,li Tirkiye Kurdistan tuneye, li bakurû Iraqê Kurdistan heye heçî bixwaze bila herê wê derê.
Îro cardin Yildirim li gotina Erdogan a berê vegeriya û behsa Kurdistanê dike. Di demekî de partiyên bi navê Kurdistanê hatin vekirin, hewldan hene ku bêne girtin û di derbarê wan de ji bo navê Kurdistanê doz hatî vekirin, ev gotina Yildirim girîng e.
Ji aliyek din ve tê zanin ku ji bo destxistina 4 denga li Stanbulê ev yek tê kirin û helwest rojane têne guhertin. Lê mirov dikare vê yekê wek sinyalekî bibîne ku, cardin Erdogan bi xwe dikare li siyaseta AKPê ya berê ku hinek gavên erênî di têde hebûn vegere.

Back to top button