Nivîsar

YNK di rewşek xirab de ye

Ji bo beşdarkirina rewrisma sund xwarina Nêçîrvan Barzanî wek serokê herêma Kurdistanê, YNKê hija biryar nedaye , dê tevlî rewrisma sundxwarinê bibe , yan nabe.
Di vê derbarê de berdevkê YNKê daxûyaniyek da û got: Hîn gelekî dema me heye, gelo YNKê beşdar merasîma sûndxwarinê dibe yan na, rêkeftina me ya ligel biraderên PDKê wê pirsa jî çareser dike.”

YNK rêkeftina li gel PDKê wek benîştekî di devê xwe de dicû. Gelo ev çi rêkeftine? PDKê bi çend minasebeta hinek ji wan rêkeftina eşkere kir. Hat xûyakirin ku YNK derewa dike û gotarên xwe de ne cidî ne. Ji aliyek din mademkî hun behsa hinek rêkeftina dikin, kerembikin eşkere bikin. Na eger hun eşkere nakin ev tê wateya ku hun ne rastin.
YNK wek rêxistin nemaye. Hinek hêz di nava YNKê de hene û pişta xwe bi hêza çekdar germ dikin. Herweha her demî , du îdaretiyê wek qertekê li dijê PDKê di bingehê xwe de li dijê Kurdistanê bi kar tînin. YNK dileyze ji bo hinek berjewendiyên kesayetî destve bîne her tiştekî mûbah dibîne.

Ev siyaseta ku YNK di vê qonaxê de rêve dibe, îşaretên dawî bûna vê rêxistinê ye. Lê ji bilî YNKê jî rêxistin li devera Silêmaniyê hene. Gelek cara dema behsa bajarê Silêmaniyê tê kirin gelek wesfedan jê têne dayîn. Gelo di rastiya xwe de Silêmaniyê ev wesifkitin heq kirine yan na? Dema mirov siyaseta YNK rêve dibe dinêre ev pirs tê hişên mirov.

Gelo sibehî wek gelek deverên din yên daxilê madeya 140ê, referandumek li Silêmaniyê pêkwerê dê encam çibe? Mimkine ku Silêmanî bixwaze Bexdayêve bête gêrêdan? Di bin gotara du îdaretiyê de ev yek bi xwe heye. Ji berî nihajî Meclisa bajarvaniya Silêmaniyê behsa vê yekê kirîbû. Lê divê ew baş bizanibin Bexda jî li wan xwedî dernakeve û bibe ya dawî xelkê Silêmaniyê jî hêdî rê nadin vê siyaseta ku ji bo berjewendiyên kesayetî û sîxûriyê tê kirin.

PDK bi vexwendina hemû dam û dezgehên siyasî li Iraqê û Kurdistanê wacibekî netewî pêktîne. Herweha ev yek gavên gelek hêjane di rêya serxwebûna welatekî de. Lê YNK dixwaze bibe asteng di vê rêyê de.

Hêja siyaseta YNKê li himber Raya Giştî eşkere nehatiye gotubêj kirin. Dema ev yek werê kirin gelek belge derdikevin holê ku, çewe xiyanet hatiye kirin û ew kes yan jî aliyên xiyanet li himber neteweyê xwe kiribe ji kesek din re nabin dost. Ji xwe kesek jî baweriyê li wan nayne. Dema karê xwe bi wan biqedînin , dê wan bidin aliyekî û pê li wan bikin.
Divê hinek ji YNKê re bêjin bese. Divê nîşa YNKê bête kirin ku bi şantajan siyaset nayê kirin û demê vê bûriye.

Ew aliyên bi navê çepitî û pêşverotiyê pişgiriya YNKê dikiran jî bila bibînin ka pişgiriya çi kirine û kêmasî muhasebeya kesayeta xwe bikin.

7.6.2019
Nûçe/Analîz

Back to top button