
Nûnerê Amerîkayê bo Kar û Barên Suriyeyê James Jeffrey eşkere dike: Ji bo çareserkirina kirîza Suriyeyê takeçareserî pêvajoya siyasî ye.
Jeffrey ji medyaya Tirkiyeyê re axifî û da zanîn ko ew ji ber êrîşên Hikûmeta Suriyeyê yên dijî Îdlibê dilgiran in. Êrîşên dijî Îdlibê dê bibe sedema pêleke panberan û karesateke mirovî.
Ger Hikûmeta Suriyeyê dijî xelkî çeka kîmyewî bikarbîne, ewê bi tûndî bersiv bidin. Lê ew dixwazin bi hemahengiya Tirkiyeyê, pêvajoyeke siyasî bi rê ve bibin. Ji bo qrîza Suriyeyê, takeçareserî pêvajoya siyasî ye. Li gor nûnerê Amerîkayê ew digel Tirkiyeyê, avakirina herêmeke ewle jî gengeşe dikin.
Ji avakirina herêma ewle armancên Tirkiye û Amerîkayê cûda ne. Amerîka ji ber şerê DAÎŞê lê Tirkiye ji ber xema YPGyê dixwaze herêma ewle ava bibe. Tirkiye dixwaze YPG ji ser sînorê Suriye û Tirkiyeyê kêmek dûr bikeve.