
Yekîtiya Rewşenbîrên Misilman yên Cîhanê bi daxuyaniyekê piştgirî da Amedsporê û daxwaz kir ku di derbarê polîsan de lêpirsîn bê destpêkirin.
Wek tê zanîn, polîsên dewletê di êrîşa li dijî Amedsporê de rê li ber êrîşan negirtibû û rê dabû alîgirên Bursasporê ku posterên kujerên Kurd bên daliqandin.
Di daxuyanîyê de hat destnîşankirin ku bûyerên berî û piştî maça fûtbolê ya di navbera Bursaspor û Amedsporê û êrîşên bi mebesta nijadperestî û bi naveroka nefretê bandor li raya giştî kir û daliqandina pankartan bi şik û fikar e”.
Yekîtiya Rewşenbîrên Misilman yên Cîhanê, daxuyand ku li dijî Kurdan wek metirsiyekê afîşên nîjadperestî, kîn û gefxwarinê hatine daliqandin û wek Yekîtiya Rewşenbîrên Misilman yên Cîhanê ewê di çarçoveya mafê mirovan û hiqûqa gerdûnî de pêvajoya qanûnî bişopînin.