
Li gor nûçeya Ajansa Mafê Mirovan a Kurdistanê (KURDPA), îro danê sibê 4 Kurdên ku bi tohmeta bazirganiya madeyên hişber li Girtîgeha Urmiyê hatibûn girtin, hatin îdamkirin.
Hat diyarkirin ku girtiyên îdamkirî ji roja Sêşemê ve ji girtiyên din hatine veqetandin û di hucreyên yekkesî de hatine bicîhkirin.
Hat diyarkirin ku ji wan 4 kesên hatine îdamkirin 3 kes hatine diyarkirin û ji bajarên Selmas û Nexede yên girêdayî parêzgeha Urmiyê ne.
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ragihand ku di 2 mehên destpêkê yên sala 2023an de li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê herî kêm 94 kes ku 14 ji wan Kurd in hatine darvekirin.