
Serokomar Erdogan di derbarê Hilbijartina Giştî ya Serokkomariyê û parlamenterên serdema 28emîn de daxuyanî da.
Erdogan, bi çend xalan daxuyanî eşkere kir û got: “Min biryara nûkirina hilbijartinên 18ê Hezîrana 2023an di 14ê Gulanê de îmze kir. Piştî biryar sibê di Rojnameya Fermî de bê weşandin, YSK wê dest bi salnameya hilbijartinê ya 2 mehan bike. Di 14ê Gulanê de ji bo hilbijartina serok û wekîlan wê millet biçe ser sindoqan”.