Dîplomasî û herêma Kurdistanê.

Hatina herêma Kurdistanê jî bes petrole ji ber wê krîza aborî dest pê kir. Ji serdemê petrola Kurdistanê di destê welatên rojava de bû jî her bi problem bû herdem borîyên petrola Kurdistanê dihate teqandin ji ber nakokîyên Turkî û Îranê bi welatên Rojavare.

Dr.Ekrem Onen



DYA û EU ji Kurdistana baṣûr tiştên ku hukumeta herêma Kurdistanê nikari û naxwazi bike dixwazin

4 tiṣtên ku nuha Anglosakson ji hukûmeta herêma Kurdistanê dixwazin ?

Aktivbûna diplomasîya welatên rojava li herêma Kurdistanê rê li ber alîyên pozîtiv û negativ vedike. Min di demên berêde gelek caran diyar kiribû nakokîyên welatê rojava û Rûsya her ku xurt bibe wê teesîra xwe li Kurdistanê jî bike. Nuha rewṣeke wehaye. Sebebên diplomasîya welatên rojava di van ṣapatên dawî li herêma Kurdistanê aktiv bûye, her çuqas hinek tiṣtên din hebe jî lê 4 daxwazê esasî ji herêma Kurdistanê dikin ku bêhtirê wan Kurd ne dikarin û ne dixwazin bikin.

1- pirsa hilbijartinê Turkîye, ku ji herêma Kurdistanê dixwazin ku granîya daynin ku Kurdên bakur piṣtgirî bidin opozitsyona Turkî li dijî Erdogan.ji ber DYA (Biden) vekiri got “emê piṣtgirî bidin opozisyona Turkî Erdoxan ji hukum bixin”

2- ji Kurdan dixwazin ku Kurd kontraktê petrol û gazê ji ṣirketên Rûsya(Gazprom, Rosneft, Lykoil,TatNeft) bistînin û bidin ṣîrketên welatên rojava

3-di nêzîkbûna Erdogan û Esed de hukumeta herêmê granîya li ser Kurdên rojava deyne ku Kurd nekevin nav protsesek weha.

4- ji hukumeta herêmê dixwazin ku rê li ber derbasbûna dolaran di ser kurdistanê de ji bo Îranê bigrin.

Di pirsa Hilbijartinê Turkîde eṣkereye ku hukumeta herêma Kurdistanê ne dikare û ne jí dixwaze piṣtgirîya opzitsyona Turkî a Kemalîst bike, kurdên baṣûr ji tecrûbên xwe tiṣtekî weha naxwazin bikin. Ji ber kurdên baṣûr didin ber hev ku dema Kemalîs li ser hukumbûn û nuha têkilyên wan bi Turkîre çawaye. Pir eṣkereye heger hukumeta herêmê vekirî beyan neke jî mirov dibîne ku ew piṣtgirîyê didin Erdoxan(pragmatîk tevdigerin û rast dikin pragmatîk tevdigerin)

Dii pirsa pemanê gaz û petrolê bi Rûsan re jî Kurd pragmatîk tevdigerin û dixwazin bi Rusya re peymanên xwe yên gaz û petrolê dewam bikin. Ji ber tecrubên wan bi ṣîrketên welatê rojavare heye. Berya sala 2014 gaz û petrola herêma Kurdistanê di destê BP. SHEL, CHEVRON, TTL ú hwd de bû Sala 2014 dema DAIṢ li Iraqê aktiv bû, tev ṣirketên rojavaya Kurd li ortê hiṣtîn û derketin tevî tu talûke li ser herêmên petrolê nebû. Hatina herêma Kurdistanê jî bes petrole ji ber wê krîza aborî dest pê kir. Ji serdemê petrola Kurdistanê di destê welatên rojava de bû jî her bi problem bû herdem borîyên petrola Kurdistanê dihate teqandin ji ber nakokîyên Turkî û Îranê bi welatên Rojavare. Piśtî welatên rojava 2014 de ji Kurdistane derketin Kurd mecbûr man heta çûn dan TPAO ṣîrketa Turkan, wan nikarîbû petrola Kurdistan derxistna,Kurdan paṣê dan ṣîrketa Qeter, wan jî nikarî bû, paśê Kurdan bi Rûsya re peymana Petrolê kirin, û heta nuha bê problem petrola Kurdistanê ṣîrketên Rûsya(Gazprom, Rosneft, Lykoil,TatNeft) derdixin ú dibin bazara cîhanê. Ev peymana bi Rûsan re bú yek ji bûyerê ku 2017 hat serê Kerkûkê, piṣtre jî Anglosakson wek ku mere heyfa xwe ji Mesûd Barzanî bistîne, hemû tiṣt kirin ji bo Mesûd Barzanî ji serkatîya herêmê bixin û kirin.

Pirsa nêzîkbûna Erdoxa û Esed de jî Kurdên baṣûr pragmatîk tevdigerin û rast dikin,em tev baṣ dizanin serokê herêma Kutdistanê birêz Neçîrvan Barzanî her gav tekrar dike ku ” lazime Kurdên rojava bi navbênçîya Rûsya li gel Ṣamê pirsên careser bikin: Ez bawerim nuha jî weha difikire.

Di pirsa ambargoya dovisa (finansê) deyne ser îranê Kurd nikarin, ji ber weha bikin kriza aborî dikare li Kurdistanê bi teybet herêma Silêmanî destpê bike. Anglosakson nuha li herêma rojhilata nêzîk û navîn lawaz bûne, nikarin hevalbendên xwe yê stratejîk li herêmè (wek Suudiya Erebî Qeter, Emirat û tev welatên herêmê) qani bikin ku ambargo daynin ser Rûsya hatine ji Kurdan belengaz dixwazin ? Kurdên baṣûr heta nuha diplomasîya pir bi rêk û pêk pragmatîk meṣandin ji nuha û pêve jî divê weha dewam bikin bi teybet wek Suudîya erebî û gelek welatên hevpeymanên Anglosakson bûn nuha van welatan tev dibînin balansa li dinyê tê guhertin ber bi Asya pasifik ve diçe bi teybet piṣtî nêzîkbûna Rûsya, çîn û Hindê bêhtirin welatên cîhanê siyaseta xwe di ber çav de derbas dike.minak Suudîya Erebî Qeter, Emirates, Amerîka Latînî, Afrîka, Asya û gelekî din.

Bê guman di warê publik de trafîka diplomatîk li herêma Kurdistanê gelek positive ú Kurd divê vêya xurt bikin, lê divê hay ji tiṣtên li piṣt perdê bin. Bê guman heger Kurd garantîyek wan ji welatên rojava heba bawerim Kurdan wê ev 4 ṣertên welatên rojava wek pragmatik wê pêk bianîna lê tecrubên teel bi teybet herî dawî 2014-2017 bi rojavayare dihêlê Kurd hinek bi diqet bin.

Heta ji Kurdan bê divê li dostanîyê bi welatên wek DYA, Rûsya,EU, Çin û Hindê re bike nikarin dost bin tu car dujmunatîya wan nekin. Kurd bi vi awayî dikarin bighên armacên xwe.

Nuha hinekî serdema 1916 Sykes- Picot heta lozanê 1923 çawa wê demê bi sozan Kurd her varqilandin heta projê xwe pêk anín paṣê jî dev ji Kurda berda Kurd lo ortê hiṣtin.
Nuha jî bihna wê demê tînê bîra me.

lê tevî vêya jî Kurd divê bi diqet bin, madem Kurd nikarin van ṣertên Anglosakson pêk bînin dikare wek berya birêz Mesûd Barzanî dest ji serokatîyê berde xwepêṣandan bi insiyativa Anglosakson destpêbike.



Bersiv :

Nêrîna te
Nav: