Îran û Erebistana Siûdî piştî heft salan tên ba hev

 

Îran û Erebistana Siûdî biryar dan ku têkiliyên xwe yên dîplomatîk yên ku ji sala 2016an û vir ve qut bûne ji nû ve bidin destpêkirin.

Piştî 7 salan, Îran û Erebistana Siûdî li hev kirin ku têkiliyên dîplomatîk ji nû ve bidin destpêkirin û balyozxaneyên hevdu vekin.

Li gorî nûçeya televîzyona fermî ya Îranê, rayedarên payebilind yên ewlehiya Îran û Erebistana Siûdî, ku bi alîkariya rayedarên Çînê li Pekîn a paytexta Çînê di 6ê Adarê de dest bi muzakereyan kiribûn, ji bo asayîkirina têkiliyên Tehran û Riyadê li hev kirin.

Peymana di navbera Tehran û Riyadê de piştî 7 salan bi daxuyaniyek hevpar a Îran, Erebîstana Siûdî û Çînê hat ragihandin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Îran û Erebîstana Siûdî li ser ji nû ve destpêkirina têkiliyên dîplomatîk û vekirina balyozxane û nûnertiyan li hev kirine. Hat diyarkirin ku wezîrên karên derve yên her du welatan wê di demek nêz de ji bo pêkanîna pêvajoyê û zelalkirina hûrgiliyan bicivin.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: