Kultur

ŞATIRXANE


Ev pirtûka ji 405 gotaran dagirtî û bi navê Şatirxane, ji aliyê Zeynelabidin Zinar ve hatiye
nivîsandin, ji aliyê Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî ve hatiye amadekirin û li gor
agahdariyên gehane Rojeva Kurd, roja 10/ 03/ 2023an de ji çapê derketiye û pêşkêşê
xwendevanan bûye.
Bi vê pirtûkê re jimara pirtûkên Z. Zinarî gehaye 132an.
Pirtûk ji 405 gotarên cuda pêkhatiye. Gelek ji wan folklor, kurteçîrok, meselok, pêkenok
û agahdariyên li ser Vêje û Çanda Kurdî ne, hinek jî helbestên nivîskarî ne ku di nava
salên 2021-2022an de li rûpela wî ya Facebookê hatine weşandin.
Ev e heşt-neh sal in ku Zeynelabidin Zinar bê rawestin gotarên wisa li rûpela xwe ya
Facebookê diweşîne. Di dawiya salê de jî, nivîsên xwe mîna pirtûk dide çapkirin da
berze nebin.
Di ŞATIRXANEyê de, ji xeynî hin gotarên piçûk, ev 405 sernavên ku hene, 155 yên sala
2021ê ne û 250 gotar jî yên sala 2022yan in.
Pirtûkên ku ji berhemên ku li Facebookê hatine weşandin û piştre wek pirtûk hatine
weşandin ev in li jêrê:
1- Gotarxane, 303, Zeynelabidin Zinar, kurdî, Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî,
Sverige/Stockholm, 2015, rûpel 580, ISBN 978 91 87787 00 3.
2- Sêwirxane, 270, Zeynelabidin Zinar, kurdî, Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî,
Sverige/Stockholm, 2016, rûpel 570, ISBN 978 91 87787 04 3.
3- Çandxane, Zeynelabidin Zinar, 293 kurtegotarên kurdî yên Facebookê, Pencînar
Weşanxaneya Çanda Kurdî, Sverige/Stockholm, 2011, rûpel 664, ISBN 978 91 87787 08
9
4- Vêjexane, Zeynelabidin Zinar, 741 kurtegotarên kurdî yên Facebookê, Pencînar
Weşanxaneya Çanda Kurdî, Sverige/Stockholm, 2018, rûpel 600, ISBN 978 91 87787 14
0
5- Hevokxane, Zeynelabidin Zinar, 563 kurtegotarên kurdî yên Facebookê, Pencînar
Weşanxaneya Çanda Kurdî, Sverige/Stockholm, 2019, rûpel 610, ISBN 978 91 87787 16
4
6- Vejînxane, Zeynelabidin Zinar, 443 kurtegotarên kurdî yên Facebookê, Pencînar
Weşanxaneya Çanda Kurdî, Sverige/Stockholm, 2021, rûpel 754, ISBN 978 91 87787 19
5
7- Şatirxane, Zeynelabidin Zinar, 405 gotarên kurdî yên Facebookê yên sala 2021-2022,
Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî, Sverige/Stockholm, 2023, rûpel 702, ŞATIRXANE
Stockholm 2023, ISBN 978 91 87787 48 5.

Jimara sernavên her heft pirtûkan: 3.018 ye.
Jimara rûpelên her heft pirtûkan: 4.480 ye.
Şatirxane ji 706 rûpelan pêk hatiye û kaxezê navê 70/gram e, berg jî rengîn e û
300/gram e, mezinatiya wê jî 14/21.5 cm. ye.
Bergê Şatirxaneyê jî, bi wêneyê nemir Ehmedê Xanî hatiye xemilandin.
Bi hêviya ku ev pirtûk ji bo bipêşketin û geşemendiya Çanda Kurdî bibin alîkar.


NAVNÎŞAN:
PENCÎNAR Weşanxanya Çanda Kurdî
Stockholm 3/2023
[email protected]
Stockholm 10/ 03/ 2023
Rojeva Kurd

Back to top button