Rêketina 11ê Adarê di dîroka milletê Kurd de rojek ji rojên pîroz û bi nirx e. Girîngiya vê roja dîrokî ew e ku bi saya têkoşîna gelê PDK ya di bin serokatiya Barzanî de, rejîma Iraqê di sala 1970ê de, yekem car bi fermî hin mafên gelê me nas kir.

Serok Mesûd Barzanî ji bo minasebetaa 53 saliya rêkevtina 11ê Adarê peyamek belav kir û got: Rêkeftina 11ê Adarê yek ji binirxtirîn destkeftên tevgera rizgarîxwaza gelê Kurdistanê ye. Rêkeftina 11ê Adarê ku berhema têkoşîna di navbera pêşmerge û hemû çînên netewî û olî yên gelê Kurdistanê de ye, pênase û hebûna gelê Kurdistanê di nava dewleta Iraqê de ber bi qonaxek bilindtir û bihêztir ve bir. Xwebawerî di ferdên Kurdistanê de xurt kir. Her çendî rejîma Iraqê pişta xwe da mafên gelê Kurdistanê û rêkevtina 11ê Adarê binpê kir jî, lê ev destkefta mezin di tekoşîna gelê me de dergehê qonax û pêngavek mezintir bû û destkeft û serkeftina zêdetir bû.

Di 53. salvegera Peymana 11ê Adarê de em peyama gelê Kurdistanê ya ji bo aştî û jiyana hevbeş dubare dikin. Her wiha em ji her kesî re radigihînin ku gelê Kurdistanê di bin tu şert û merc û zextan de ji maf, azadî û destkeftiyên xwe paşde gav navêje”.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: