Yekitî divê li ser bingehek netewî be
Roger Çaxer
Yekîtî helbet mihîme lê li ser bingeheke netewî be.
Helwesta PKK/PYD ê demên dawî bû sedema pirsekî di hişê min de. Ez dixwazim pirsa xwe û sedemên wî bi we re parve bikim.
1. Dema xortên rojavayê Kurdistanê li başûrê Kurdistanê perwerde bûn û xwestin vegerin ser axa xwe û parastina wî bikin, PYD eşkere kir ku hatina wan wê bibe sedema şer. Lê îro heman PYD qala “bi hev re ” parastina Kurdan dike û doza derbasbûna başûrê Kurdistanê dike.
2. Armanca PDK û PYD bi temamî zitê hevudûne. Kak Mesûd qala serxwebûnê dike lê Salih Muslîm qala biratiya Ereban û bi wan re bi hev re jiyanê yanî bêdewletbûnê dike.
3. Mûrat Karayilan di daxuyaniya xwe de eşkere dike ku wê Pêşmergeyên PKKê li Şingalê bimînin û wê ji wê derê dernekevin. Lê heta niha ji bo bajareke bakûrê Kurdistanê daxuyaniyeke bi vê rengê neda. Şingal ji xwe di nav sinorên Hikumeta Kurdistanê de ye.
4. PKK/PYD ji aliyekê qala parastina Şingalê û herêmên din dike lê ji aliyê din medyaya wan eşkere êrişî Pêşmergeyan dike.
Em dikarin pirsan hîn zêdetir bikin lê ji bo mijar bê fahmkirin ez bawerim ew qas bes e.
Pirsa min ev e;
Bi ser ev qas tiştî PKK/PYD ji bo çi ew qas ısrar dike ku bikeve başûrê Kurdistanê û li wê derê bimîne?