Êrîşa Pêşmergeyên Kurdistanê bo ser bajarê Mûsilê dest pê kir. Hat ragehandin ku zêdeyî 10 hezar Pêşmerge ji bakur û rojhilatê Mûsilê ve êrîşî çekdarên DAİŞ’ê dikin.

Li gor kanala Elmeyadîn, îro Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê taxa Hey Qahîre ku dikeve rojavayê Mûsilê ji çekdarên DAİŞ’ê paqij kirine. Herwiha hat ragehandin ku di van êrîşên dawî yên Pêşmergeyan de bo ser Mûsilê, firokeyên şer ên İraqê jî çekdarên DAİŞ’ê bombardiman dikin.

Her îro çavkaniyeke agehdar ji eniya şer, ji BasNewsê re got ku serê sibehê çekdarên DAÎŞ’ê bi 15 otomobîl û çekên giran êrîşî gundê Belabil ê ser bi bajarokê Nemrûd li rojhilatê Mûsilê kirin.

Heman çavkaniyê diyar kir ku Hêzên Pêşmerge bi alîkariya balafirên şer ên Iraqê derbeyek mezin li çekdarên DAÎŞ’ê dan û di vê êrîşê de her 15 otomobîlên DAÎŞ hatin şewitanidn û 62 çekdarên wê jî hatin kuştin.

Serok Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî doh ferman dabû Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê daku ji rewşa berevaniyê derkevin û bi hemû şiyana xwe êrîşî terorîst û dijminên xak û xelkê Kurdistanê bikin.(Bas)

Nêrînek

  1. Merhaba\r\n\r\nPesmerge Singal berdidin u direvin, singal dikeve dest teroristan, anha ji ber xwe didin musil. Pirs ewe, cuma bere hertist Singal rizgar nakin u ew ruresiya ku heye hole ranakin? Piste ve buyere dibejin eme musil bigrin, gelo singal ezidinin eceba jiber we berdan yan ji tirsa cend cakalen tirk u ereba berdan? Eger tirs e ve direvin ew deme we siba erbil ji berdin u birevin. Seroke kurdistane behsa serxwebune diki le ew buyeren dawi da xuyakirin ku kar pir zehmete. Se partiya me hene, se hezen pesmerge, se hezen polis,yekiti u yek dengi tune. Herkes ser xwe hereket dike. \r\nBere her tist gerek hezen her se parti bibe yek u Serok gerek cek u pesmerge dest partiyan bigre. (tabi bere partiya wi)Gerek Pesmergeyen pari, yekiti, goran tunebe. Pesmerge ewe kurdistaneye. Cek u lesker ewe hemu welateye u gerek dest leskeren welate be. Eger eme behsa serxwebune bikin gerek em bere her tist wek miletek ji hereket bikin.\r\n\r\nsilav

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: