Polîtîk

Ger derketina rojê ne di berjewendiyê netewa me de be bila roj hilneye

Daxuyaniya Tevgera Cianên Kurdistanê li Silopî:

Ji Raya Giştî û Çapemeniyê re

Di demên dawî de di navbera Pêşmergeyan û DAÎŞê de şerên dijwar diqewimin. Di vî şerî de gelek Pêşmergeyên qehreman tevlî karwanê şehîdan bûn.

Îro êrişrek li ser xaka Kurdistanê heye. Parastina wî, erkeke netewî ye li ser milên hemû Kurdistanîyan. Îro ne roja axaftinên bêwate û ne jî roja xwe tatmin kirina li ser xwîn û berxwedana Pêşmergeyan e. Hemû alî, şexs, rêxistin û hw. ên ku dibêjin em Kurdistanî ne, de kerm bikin em ji bo parastina Kurdistanê biçin cepheya şer. Bi axaftinên bêwate welat naye rizgarkirin.

Îro hewceye ku dost û dijmin ji hev bêne nas kirin. Ne mumkine ku di van rojên girîng de hêzên ku bi nûçeyên derew hêvî û baweriyên gel bişkînin dost bin. Ew bi tenê xizmetê dijminan dikin.

 

Perçeyekê Kurdistanê ber bi dewletbûnê ve ye. Ji ber vê yekê dujminên derve û yên nav me bi hemû hêzên xwe êriş dikin. Divê hêzên serxwebûnxwaz li hember wan dijminên derve û yên hundirîn bi helwesteke zelal tevbigerin, bi nûçeyên wan ên derew nexapin û vê têkoşînê di hemû qadên jîyanê de bidomînin. Ger em dost û dijminan ji hev nas nekin, wê bibe sedema têkçûnên giran.

Êdî divê wek her netewî em jî li gor berjewendiyên xwe yên netewî tevbigerin. Ger derketina rojê ne di berjewendiyê netewa me de be bila roj hilneye, cihan di tariyê de bimîne. Ji ber vê yekê di erefeya serxwebûnê de nabe em di qada navnetewî de têkiliyên yek alî deynin. Em rêzê li tu hêzên ku rêzê li mafê serxwbûna me negirin nagirin.

Parastina Kurdistanê armanca serekeye. Em wek Tevgera Ciwanên Kurdistanê do jî amadebûn û îro jî amadene ku biçin qada şer û bi Pêşmergeyên qehreman re mil bi mil axa xwe biparêzin.

Tevgera Ciwanên Kurdistanê

 

 

Back to top button