Polîtîk

D.X.B. hevkariya 10 hezar malbatên Şengalê kir

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî pêdiviyên seretayî û xwarina germ û pêxef pêşkêşî 10 hezar malbatên penaberên Şengalê li komelgehên Şarya, Sihêlê, Şaredêya Xankê û navçeya Şêxan ya li parêzgeha Dihokê kir.

Bi sedema têkçûna rewşa emnî ya qezaya Şengalê, hejmarekî zêdeyê Kurdên Êzdî yên koçberê komelgehên Şarya, Sihêlê, Şaredêya Xankê û navçeya Şêxanê bûn û li rewşekî xerapdane. Bi mebesta bi dengve hatina wan, tîmên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî serdana wan cîhan kir û hevkariya seretayî wekî av, şerbet, piskivît û doşek û betanî li ser wan da dabeşkir.

Li vî derbarî de Musa Ehmed Cîgirê Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ragihand ewê ji niha de ji bo penaberên Şengalê pêwîste xwarin û pêdiviyên seretayiye, ji bo wê yekê me wekî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li gel dabeşkirina pêxef û av û şerbet û piskivît li ser penaberên Şengalê, li Şarya, Sihêlê, Şaredêya Xankê, Laliş û Şêxanê xwaringehek jî damezrand.

Roja 04/08/2014 li Şarya û Sihêlê firavîn û xwarina nîvro û şîvê li xwaringehên xwe ji bo 50 hezar penaberên Şengalê dirustkiriye û roja 05/08/2014 têşt ji bo 28 hezar penaberên li Xankê amadekiriye û li Lalîş û Şêxan jî tîmên me mijulî amadekirina xwarinê ne.

Li dirêjahiya daxuyaniyê de Musa Ehmed got: Hêvîdarîn birayên me yên Êzdî zû vegerin nav malên xwe yên li Şengalê, lê belê heta wê dema ku li virin Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî hemû pêwîstiyên wan dabîn dike û xwaringeha me jî bêberanber ji bo wan vekiriye. Musa Ehmed spasiya rêxistina WFP kir ku li dabînkirina xoreka ji bo xwaringehên dezgehê hevkar bûne.

Back to top button