CîhanRojev

Yekem peyama hikûmeta demkî ya Sûrî ji Neteweyên Yekgirtî re

Hikûmeta Demkî ya Sûrî daxwaz ji Neteweyên Yrgirtî û Koseya Asayişa Navdewletî kir, Îsraîlê neçar bike ku bilez êrîşên xwe li ser xaka Sûriyeyê rawestîne û ji navçeyên dagîrkirî vekişe û got, Îsraîl rêkeftina sala 1974ê binpê dike.

Balyozê Sûrî li Neteweyên Yekgirtî Qusay Zehak du nameyên bi heman rengî arasteyîKonseya Asayişa Navdewletî û Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî Antonio Guterres kirin û tê de got, ew li gorî rênmayên hikûmeta kar dike û van daxwazan pêşkêş dike.

Ev yekem peyama hikûmeta demkî ya Sûrî ya bi serokatiya Mihemed El-Beşîr ji Neteweyên Yekbûyî re ye û di 9ê Berçile 2024an de hatine şandin, rojekê piştî rûxandina rejîma Beşar Esed.

Balyoz El-Zehak nivîsî: “Di demekê de ku Komara Erebî ya Sûriyeyê di qonaxeke nû di dîroka xwe re derbas dibe, ku tê de gelên wê dixwazin dewletek azadî, wekhevî û serweriya yasa ava bikin û bigihin hêviyên xwe yên aramî û bextewariyê, artêşa Îsraîlê ketiye navçeyên dên ên Sûriyeyê li çiyayê Şêx û parêzgeha Quneytrayê.”

Israîlê di dema çend rojan de, operasyoneke êrîşên asmanî li dijî jêrxaneya leşkerî ya Sûriyeyê ragehand, û bi tevlîbûna 300 firokeyên şer, nêzî 80% ya jêrxaneya leşkerî ya Sûriyeyê herifand. 

Li gor artêşa Israîlê, 15 keştî, sîstema bergiriyê ya asmanî û navendên berhemanîna çekî li 13 parêzgehên Sûriyeyê bombebaran kirine. Israîlê kariye 70-80% ji şiyanên Sûriyeyê pûç bike.

Rêjîma Sûriyeyê ya berê xwediya gelek şiyanên stratejîk bû, wekî 100 yekîneyên sîstema bergiriyê ji cûnên S200 û S300, sîstema BUK û Pantser û xwediya bi hezaran moşekan bû, herwesa Sûriye xwediya 278 balafirên şerî û helîkopterên MiG29, MiG21, MiG23 û Sukhoi24 û helîkopterên MI17 û gelek cûnên din bû, ku tevaya wan berhemên Rûsyayê ne.

Ji bilî wan jî, Sûriye xwediya pênc navendên berhemanîna çekê kîmyayî bû, lê di dema 48 seetan de hêza asmanî ya Israîlê bi tevlîbûna 350 balafirên şerî 480 caran jêrxane û navendên serbazî yên Sûriyeyê bombebaran kirin.

Back to top button