Serokê Herêma KurdistanêNêçîrvan Barzanî, pîrozbahî li serokwezîrê Fransayê yê nû François Bayrou kir. Bayrou ji aliyê Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ve ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Fransayê hatiye destnîşankirin.
François Bayrou, siyasetmedarê Fransî yê 73 salî. Di sala 1990an de Wezîrê Perwerdeyê û di sala 2017an de jî Wezîrê Dadê bû. Ew hevalbendê nêzîk yê Emmanuel Macron e. Sê caran bûye namzetê serokkomariyê, lê bi ser neketiye.
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe ya pîrozbahiyê de hêviya serkeftinê ji bo Bayrou kir û dibêje: Pêwîstiya Herêma Kurdistanê bo bihêzkirina hevkariyên navbera me di hemû waran de bi awayekî ku xizmeta armancên me yên hevbeş bike, dubare dikim.
Serok Nêçîrvan Barzanî got:Ez di wê baweriyê de me ku têkiliyên dîrokî yên di navbera her du welatên me de dê geş û geştir bibin.
Tê çaverêkirin ku serokwezîrê nû di rojên pêş de lîsteya kabîneya xwe pêşkêşî parlamentoyê bike. Lê bi parlamentoya welêt re, karê wî wê ne hêsan be.
Cîgira Serokê Parlamentoyê Marine Le Pen bang li serokwezîrê nû kir ku bi partiyên muxalefetê re danûstandinan bike da ku “budceyek maqûl û aqilmend” were derxistin.