Wezîrê Derve yê Amerîka Anthony Blinken îro Înê ji bo serdaneke gihişte Bexdayê. Blinken ji ji bo rewşa Surî li gel serokkomarê Tirkiye Tayib Erdogan û wezîrê derve yê vî welatî Hakan Fîdan civiyabû. Niha jî li Bexdayê li gel serokwezîrê Iraqê rewşa Surî gotubêj dike.
Blinken li Bexdayê got: “Divê Iraq serwerî û aramiya xwe xurt bike. Waşîngton rê nade DAIŞ vegere û pabendî asayîşa Iraqê ye.”
Derbarê Sûriyê de, Wezîrê Derve yê Amerîkayê daxwaza avakirina hikûmeteke ku “hemû aliyên Sûriyê têde bin.”
Blinken her wiha got ku girîng e “parastina hindikahiyên Sûriyeyê.
Li gor daxuyaniya Wezareta Derve ya Amerîkayê, mijara sereke ya civînê pêşeroja Sûriyê û hemahengiya navbera Washington û Enqerê di qonaxa bê ya wî welatî de bû.
Berdevkê Wezareta Derve Matthew Miller got: “Di civînê de berjewendiyên hevbeş û piştgiriya ji Sûriyê re di veguheztina siyasî de ji bo avakirina hikûmeteke berfireh û berpirsyar gotûbêj kirin.”