Cîhan

Rusya bi temamî ji Sûriyê vedikişe

Piştî rûxandina rejima Beşar Esed, leşkerên Rûsî li Sûriyê ji paytext Şamê û parêzgeha Humsê ya ku lê bi cih bibûn, derketin û bi karwanan dest bi vekişînê kirin ber bi bingehê Asmanî ya Hmeymim li parêzgeha Laziqiyê diçin.
Piştî rûxandina rêveberiya Beşar Esed li Sûriyê û bidawîhatina rejîma Baas a 61 salî, çarenivîsa bingehên leşkerî yên Rûsyayê li Sûriyê tê gotûbêjkirin.


Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî têne, leşkerên Rûsyayê yên li paytext Şam û Humsê ya Sûriyeyê bi karwanan vekişiyan ber bi bingehê Asmanî ya Hmeymimê ya li parêzgeha Laziqiyeyê ya li rojavayê welêt ve diçin. Hat dîtin ku endamên Rûsyayê yên li herêmê bi karwaneke ku wesayîtên leşkerî yên zirxî û kamyonên bi romork tê de bûn çûn bingehê Asmanî ya Hmeymim a Lazkiyeyê.


Baregeha Hmeymîmê ku xwedî cihekî stratejîk a girîng e, pêgehên hewayî, pergalên parastina hewayî û alavên leşkerî yên girîng lê hene.

Back to top button